PADÊ serdana Meclîsa Rûhanî kir

Serokê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) Umer Salih û rêveberên PADÊ, çûn serdana Meclîsa Rûhanî ya civaka me û Mîrê Êzidiyan Babe Şêx Elî Ilyas.

Salih û endamên Meclîsa Rêveber a PADÊ çûn Laleşê û li gel serdana Laleşa Nûranî, Meclîsa Rûhanî ya xelkê me û Mîrê Êzidiyan Babe Şêx Elî Ilyas jî ziyaret kirin.

Şandeya PADÊ li Laleşê, ji aliyê Babe Şêx û endamên Mêclîsa Rûhanî ve bi germahî hatin pêşwazîkirin.

Serokê PADÊ Umer Salih destnîşan kir ku wan serdana Laleşa Nûranî, Meclîsa Rûhanî û Babe Şêx kirine û bi germahî hatine pêşwazîkirin. Umer Salih got ku ew hêvî dikin hemû gelê Êzidî bibe yek, tifaqa xwe çêbike da ku karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin. Umer Salih her wiha bang li hemû kesî kir ku tifaqa xwe çêbikin.

ÇAVKANÎ: ROJNEWS

Show More
Back to top button