Hevserokê MXDŞ’ê banga vegerê li Şengaliyan kir

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo ji bo parastina Şengalê ji êrîşan bang li Şengaliyên koçberbûyî kir ku li warê xwe vegerin.

Dewleta Tirk a dagirker ev demeke hewl dide ku şerekî herêmî bide destpêkirin û siyaseta xwe ya dagirkeriyê ya di çarçoveya Mîsak-î Mîllî de pêk bîne. Bi vê armancê dixwaze hikumeta Iraqê jî bikşîne nav vê siyaset û stratejiya xwe. Hevdîtinên dawî yên di navbera şandeyên leşkerî û ewlehiyê yên dewleta Tirk a dagirker û Iraqê de, li herêmê bûye sedema nîqaş û nerazîbûnên cidî yên siyasî û civakî.

Gelê Şengalê ku di sala 2014’an de rastî qirkirinê hat û ji fermanê heya roja me ya îro bi destê dewleta Tirk û PDK’ê siyaseta qirkirinê lê tê ferzkirin, helwesteke xurt û zelal nîşan dide û Iraqê hişyar dike da ku nekeve nav xefika dewleta Tirk. Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Nayîf Şemo jî der barê mijarê de ji ANF’ê re nirxandinên girîng kir, hişyariyên cidî li Iraqê kir. Her wiha bang li gelê Şengalê kir ku di bin banê Rêveberiya Xweser a Şengalê de berxwedana xwe xurt bikin.

‘IRAK NIKARE RÊ LI BER DEWLETEKE DIJMIN VEKE’

Nayîf Şemo diyar kir ku lihevkirina di navbera hikumeta dewleta Tirk û ya Iraqê de hatiye îlankirin, ne li gorî yasayên navneteweyî ye û xalên ku tê gotin li ser lihevkirine wiha şîrove kir: “Yek jê ew e ku hikumeta Iraqê bi hinceta PKK’ê destûrê bide artêşa dewleta Tirk 40 km. bikeve nav axa Iraqê. Ev cihê şermê ye. Dewleteke di nav axa dewleta xwe de rê bide dewleteke dijmin û xelkê xwe bi destê wê bide kuştin! Ev ne tiştekî aqilane ye, kî dikare van tiştan qebûl dike?”

Hevserokê MXDŞ’ê Nayîf Şemo, daxuyaniya wezîrê parastinê yê dewleta Tirk jî bi bîr xist û wiha rexne li helwesta Iraqê kir: “Wezîrê parastinê ya dewleta Tirk got ‘me ti tiştek li derveyî îradeya dewleta Iraqê nekiriye’. Bi van axaftinên xwe behsa êrîşên li ser hin herêmên Iraqê dikir, bi taybetî jî Şengalê. Yek ji sedemên ku koçberên Êzidî nikarin vegerin ser axa xwe jî ev êrîş in. Dixwazin tirsê bixin nav dilê Êzidiyan ku venegerin ser axa xwe û biçin bibin koleyê alemê. Dewleta Tirk, ‘Me tiştek bêyî destûra Iraqê nekiriye û em tiştek bêyî wan nakin’. Wate, Iraq van êrîşan tîne ser gelê Şengalê, ew zarokên Êzidiyan dikujin.”

‘REVA PDK Û IRAKÊ, PKK ANÎ ŞENGALÊ’

Nayîf Şemo derbarê rastiya PKK’ê de ku dewleta Tirk a dagirker ji êrîşên xwe re dike hincet jî nirxandinên girîng kir û nêrîna gelê Şengalê wiha anî ser ziman: “Dema 73 ferman anîn ser serê Êzidiyan PKK li ku dere bû? Ne ku me PKK ne anî, dewleta Iraqê û hikumeta herêma Kurdistanê PKK anî! Reva pêşmergeyan PKK anî. Dema hemû bazdan û qada leşkerî, siyasî, civakî vala kirin, însanetiya PKK’ê PKK aniye vê derê. Dilê wan bi zarokên Êzidiyan şewitî û bi Êzidiyan ve hatin. Dinya hemû dizane PKK erka xwe ya însanî pêk anî û di sala 2018’an de xatir ji Şengalê xwestin. Eger li dinyayê rêxistineke însanî heye ew jî PKK ye. Em qenciya wan ji bîr nakin, lê ne rast e bi hinceta PKK’ê her roj li mal û seyareyên Şengalê bixin.”

‘KÎ ÊRÎŞÊ ŞENGALÊ BIKE EM Ê ŞERÊ WÎ BIKIN’

Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo di dawiya nirxandina xwe de li hemberî siyaseta şer û dagirkeriyê bangên girîng li gelê Şengalê jî kir û got: “Di zûtirîn wextê de bila gelê me vegere Şengala xwe û xwedî li Şengalê derkeve. Bibine destek, dilek, peyvek û hêzek. Hemû hesabên siyasî bidin aliyekî, Rêveberiya Xweser li Şengalê heye, di bin sîwana vê rêveberiyê de bi navê Ezdatiyê parastina xwe bikin. Wekî Rêveberiya Xweser hêzên me yên leşkerî hene, kî destê xwe dirêjî Şengalê bike em ê şerê wî bikin.”

    •  ARGEŞ ŞENGALÎ
    •  ŞENGAL-ANF

18 Adarê 2024, 04:44

Show More
Back to top button