Li ser medyaya mecazî kampanyaya naskirina jenosîdê û Xweserî bo Şengalê

Di salvegera 7’emîn a fermana 74’an de ji bo di asta navnetewî de jenosîda li ser Êzîdiyan were naskirin û mafê Xwerêvebirinê ji bo Şengalê were qebûl kirin, wê li ser medyaya mecazî kampanyayek bi dirûşma, “Komkujiya Li Ser Gelê Êzidî Pêk Hat Nas Bikin, Statuya Şengalê Ya Xweser Bipejirînin” bê destpêkirin

Di 7’emîn salvegera fermanê de, ji bo komkujiya li ser gelê Êzidî wekî jenosîd were nas kirin û statuya Şengalê ya xweser were qebûl kirin, wê li ser medya mecazî kampanyayek navneteweyî were destpêkirin.

Di çarçoveya çalakiyên protestokirina fermana 3’yê Tebaxa 2014’an de li seranserê Şengalê rêze çalakî tên lidarxistin. Li gel çalakiyên li Şengal û Kurdistanê, di asta navnetewî de jî hewldanên ji bo nasandina jenosîda li ser Êzîdiyan û qebûlkirina mafê rêveberiyê ji bo Êzîdiyên Şengalê jî zêde dibin. Bi vê armancê wê ev mijar di platformên medyaya mecazî de jî bibin rojev.

Meclîsa Medyaya Sanal a Kurdistanê jî ji bo daxwazên civaka Êzidî bigihîne hemû cîhanê, bi navê “Komkujiya Li Ser Gelê Êzidî Pêk Hat Nas Bikin, Statuya Şengalê Ya Xweser Bipejirînin” kampanyayek dide destpêkirin.  Kampanya wê şeva 2’yê Tebaxê, li gorî saeta Amedê 21:00, li gorî saeta Brukselê 20:00’an de destpê dike.

Bangawaziya Meclîsa Medyaya Sanal a Kurdistanê bi vî rengî ye;

“Wek Medyaya Sanal a Kurdistanê em bangawazî li hemû saziyên navneteweyî û dewletan dikin ku komkujiya li dijî Êzidiyan ku gelê herî qedîm e, bi awayeke fermî nas bikin. Yên ku komkujî pêk anîne û bûne sedemên komkujiyê divê bên darizandin. Jixwe, ji bo ku li Şengalê pêşî li komkujiyên nû bên girtin divê Rêveberiya Xweser a Şengalê ya ku vîna gelê Şengalê bi xwe ye, bê nasîn. Li ser vê bingehê, em bangawazî li hemû kesan dikin ku bi awayekî çalak tevlî xebata me ya hashtag bibin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button