Rewşa dawî ya birîndarên Sinûnê 

Di encama êrişa dewleta Tirk ya li ser Meclîsa Gel a Sinûnê de, zarokek 12 salî jiyana xwe ji dest da bû û 7 kes jî birîndar bibûn. Birîndar niha dibin çavdêriya bijîjkan dene û tê gotin rewşa hinek ji wan nebaşe.

Di 15’ê Hezîranê de balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk Meclîsa Gel a Sinûnê, Kirtasiye û dikanên derdorê hedef girt. Li gorî agahiyên fermî yên ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve hatine dayîn, di encama êrîşê de zarokê 12 salî yê bi navê Selah Nasir jiyana xwe ji dest daye, 7 welatî jî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniyê birîna hinek ji wan girane û li nexweşxaneyan tên dermankirin. Her wiha di êrîşê de peyamnêrê Çira Tv’yê jî birîndarbûbû. Birîndar li nexweşxaneyên Musilê tên dermankirin.

Ajansa me xwe gihand navê 2 birîndarên Sinunê, li gorî wê yek ji birîndaran ciwanê 16 salî ê bi navê Emîr Xiro Xelîl e. Gorî agahiyan Emîr ji rû û destê xwe birîndar bûye. Rûyê Emîr şewitiye û desê wî jî şikestiye. Li gorî agahiyan dibe ku nêzî 10 rojan Emîr dibin çavdêriya bijîjkan de bimîne.

Birîndarek din bi navê Birahîm Evdî ye, Birahîm ji çavên xwe birîndar bûye. Tê gotin Birahîm çavek xwe di êrişê de windakiriye û hîn jî dibin çavdêriya bijîjkan deye.

Derbarê navê birîndarên din de agahî nehatine standin, lê rewşa hinek ji wan birîndaran girane û niha li nexweşxaneyê têne dermankirin.

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button