Serokê Lijneya Parastina Iraqê: Dagirkeriya Tirk bi agahiya Hewlêrê gelek baregehên nû çêkirine

Serokê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Reza El Heyder li ser dagirkeriya dewleta Tirk ya nav Herêma Kurdistanê hişyarî da û got; “Sucên Osmaniyan ên hemberî Iraqiyan di bîranînên wan tê nasîn, ya îro rû dide weke dûhe. Dagirkeriya Tirk bi agahiya Hewlêrê gelek baregehên nû avakiriye"

Êrişên dewleta Tirk yên ji bo dagirkirina tevahî Başûrê Kurdistanê didomin. Nerazîbûna hemberî êrişan roj bi roj zêde dibe.

Serokê Lijneya Asayîş û Parastinê ya Parlamentoya Iraqê Mihemed Reza El Heyder derbarê dagirkeriya dewleta Tirk ya li ser Herêma Kurdistanê de, ji Rojnews re axivî.

Mihemed Reza El Heyder diyarkir ku Tirkiye ne girêdayî peymanên navnetewî û pîvanên cîrantiya başe. El Heyderî da zanîn ku dewleta Tirk her tim li hemberî xelkê sivîl yê bê suc ên dihokê, suc dike û wiha pêde çû; “Rojane bombeyên jehrî li ser gundên Dihokê diteqîne, Tirkiye di nava bêdengiya bi guman ya hikumetê de, hertim bombebaran dike.”

El Heyderî balkêşa ser baregehên dewleta Tirk yên di nava xaka Herêma Kurdistanê de jî û got; “Dagirkeriya Tirk li gelek herêmên nav Herêma Kurdistanê û bi agahiya Hikumeta Hewlêrê, baregehên leşkerî yên nû avakiriye.

Lijneya Asayîş û Parastinê ya Iraqê, derbarê dagirkeriya dewleta Tirk de dosyayek amadekiriye û wê pêşkêşî aliyên peywendîdar were kirin. Dagirkeriya dewleta Tirk bûye sedema penaberbûn û valebûna gelek gundên girêdayî Dihokê.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button