Jinên Êzidî jinên qehreman ên dîroka xwe bi têkoşînê vedijînin

Meclisa Jinan a Navçeya Sinûnê ya girêdayî Şengalê piştî perwerdeya sê rojan a ji bo naskirina çekê dest bi avêtina guleyan kir. Hejmareke mezin a dayik û jinên Êzidî xwe fêrî bikaranîna çekan kirin.

Şengal – Her pêla fermaneke reş a ku li ser civaka Êzidî hatiye bi xwe re gelek jinan birine û  winda kiriye. Lê her dem rihê wan jinan di qefesa sînga zarokên wan de lê dida û di her fermanê de jinên leheng ên weke Sitiya Nisra ya ku bi jêhatîbuna xwe deng vedabû û cara yekem artêşa jinên Êzidî ava kir hebûn. Her wiha jinên navdar ên weke Zerîfa Osê ya ku li hember Firîq Paşa û Artêşa Osmaniyan rawestiyaye bi şer û tilîliyên xwe cesaret daye civaka xwe. Jinên weke Xunava Zoro li welatê Xalta de bi şerê xwe ferman şikandin û weke Şirîna Şêx Kalo ji bo keçên Êzidî nekevin destên artêşa Osmaniyan bi xencera xwe heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê şer kiriye û gelek keçên Êzidî xelas kirine hebûn.

Ev mirateya jinên wêrek ên Êzidî bi sed hezaran salan berdewam kiriye. Weke dîlaneke ku bingovendiya wê nediyar e ji Bêrîvan Egal, heya Dayê Gulê ji dayê Gulê Heya Bêrîvan Şengal û Cîlanan berdewam dike û her roja ku diçe jin mest dibin bi vê dîlanê û ji bo ew jî bibin xilasker û lehengên civaka xwe tevahî qalibên ku ji wan re hatine danîn dişkînin û astengiyan derbas dikin.

Piştî fermanê heya niha Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) xwe bi fikrên Rêber Ocalan bi pêş xist û di her warî de jinên Êzidî fêrî tekoşîn û rêxistinbûnê dikin. Yek ji qadên ku jinên Êzidî girîngî pê didin qada parastina cewherî ye. Bi saya TAJÊ’ê hejmareke mezin ji dayik û keçên Êzidî xwe fêrî bikaranîna çekan kirin. Îro jî Meclisa Jinan a navçeya Sinûnê ya girêdayî Şengalê piştî perwerdeya sê rojan a ji bo naskirina çekê dest bi avêtina guleyan kirin.

Jinên ku beşdarî perwerdeyê bûne girîngî û wateya parastina cewherî ji me re vegotin û dan diyarkirin ku li ser her jineke Êzidî divê ferz be ku fêrî çekê bibe ji bo careke din êşên me nû nebin.”

“Ji nan û avê bêtir parastin”

Daye Berfê Îlyas jî yek ji wan dayikan e ku di nava perwerdeyê de cihê xwe digre dayê Berfê ya ku zarokên wê di nava hêzên YBŞ û YJŞ’ê de cihê xwe digirin di despêka gotinên xwe de hêviyên xwe anî ziman û got ku hêvî dikin tevahî keç û ciwanên me xwe fêrî çekê bikin û wiha pêde çu: “Ji nan û avê zêdetir keçên me pêdiviya wan bi xweparastinê heye. Divê civaka me ya Êzidî ji bîr neke heya em xwe nengihîjînin asta xweparastinê emê nikaribin ji fermanan rizgar bibin. Bila kesek nebêje em ji DAIŞ’ê Rizgar bûn ji ber ku dijminên me roja îro hê jî hene heya niha piralî êrîşê me dikin. Di vê pêşengiya vê yekê jî Dayik bikin ji ber ku erka me ya sereke ew e em civak û zarokên xwe biparêzin.”

“Divê jin bi destên xwe parastina xwe bikin”

Berfê Îlyas di berdewamiya gotinên xwe de bal kişand ser şerê taybet ê ku niha di pergalê de tê meşandin û got: “Li ser civaka ne ne tenê şerê çekdarî tê meşandin. Niha herî zêde şerê taybet tê meşandin yek jî mînaka wê ew e ku dewleta tirk û PDK bi hev re ji bo gelê me penaber bikin her tiştî dikin ev jî awayeke şer e. Divê tevahî jinên Êzidî li hemberî vê yekê şiyar bin û xwe biparêzin.”

Berfê Îlyas di dawiya gotinên xwe de diyar kir ku divê her kes li gel zarokên xwe raweste û bi hev re li hemberî dujmin şer bike û got: “Her kes dikare çekê rake ji ber ku dijmin li hemberî tevahî civakê radiweste di vêem tev jî xwe perwerde bikin ji bo me tevan ferz e.”

“Min ji hevalên xwe hêzê girt”

Hediye Birahîm a ku cara yekê perwerdeya çekê dibîne bi van gotinan qala perwerde û heyecana xwe ya yekem kir: “Weke Jinên Meclisa Jinan a Sînûnê me dest bi perwerdeya çekan kir perwerdeya me 5 rojan wê berdewam bike, sê rojên destpêkê me perwerdeya naskirina çekê dît îro jî em hatine deriyê gel ji bo em bi pratikî perwerdeya xwe ya guleyan biceribînin. Cara yekê ez perwerdeya çekê dibînim ji bo wê hinek heyecan û tirsa min hebû lê piştî min guleya yekem avêt hevalên me jî çepik lêdan û gotin pir baş bu ez jî bi cesaret bûm, min yeka din jî avêt, bi vî awayî  min dirsa xwe û heyecana xwe derbas kir ez hê bêtir bi xwe bawer bûm. Yanî ger tiştek bibe ez ê bikaribim mala xwe biparêzim.”

“Pêşketina jinan bandorên mezin li civakê dike”

Hediye Birahîm qala fermana 3’ê Tebaxa 2014’an kir û rewşa jinên Êzidî ya wê demê bi çend hevokan wiha vegot: “Di fermanê de di nava civaka me de herî zêde jinên Êzidî hatin qetilkirin û zirarên mezin dîtin. Ji ber ku jin bindest bûn, tiştek nedizanîn ji xwendin û perwerdeyê bêpar bûn. Ji xweparastinê bêpar bûn dema ferman çêbû hema bêje di her malê de çek hebûn lê ji ber zilam ne li mal bûn jin nikaribûn çekê bi kar bînin çekên xwe avêtin û zarokên xwe revandin lê gelek ketin destên çeteyan. Ger zanabûna niha wê demê hebûya wê  jin neketana vê rewşê ji bo çareke din em heman êşan nejîn di bin sîwana TAJÊ’ê de em perwerdeyên her alî dibînin vê yekê bandorên pir mezin li ser jinan kir û ev bandor di tevahî civaka me de xwe dide der.”

EVÎN ZENDA-NUJINHA 

Show More
Back to top button