Dewleta Tirk bi saetan bombe li Şengalê barand  

Balafirên şer ên Tirk şevê din hemwextê Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê bi dijwarî êrîşê Şengalê kir. Li gorî agahiyan balafirên Tirk 4 saet û nîv bênavber bi dehan herêmên Şengalê bombebaran kiriye. Wê gel li cihê êrîşê ya Xanesorê kom bibe û têgotin dibe YBŞ jî têkildarî encamên êrîşan daxuyaniyeke nivîskî bide.

Şevê din dewleta Tirk a dagirker li dijî Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê êrîşeke berfireh a hewayî pêkanî. Êrîşa di saet 22.00’yê şevê de destpê kir heya derengê şevê dewam kir. Li gorî agahiyan nêzî çar saet û nîv êrîş dewam kiriye.

Êrîşa ku destpêkê li dijî Çiyayê Şengalê û qûntara Çiyê destpê kir, Mîna Amûd û Çilmêran bi dijwarî hatin bombebarakirin. Her wiha ji Geliyê Kersê heya Barê û Kora Simoqiyan herêmeke berfireh dan ber xwe. Di saetê dereng ên şevê de seytereya Mûşterek ya Foca

Êrîş saet 22:00’an de destpê kir û gelek balefirên şer tevlî van êrîşan bûn. Di van êrîşan de bi taybet Çiyayê Şengalê û qûntara çiyê hedef hate girtin. Di êrîşan de cihên stratejîk ên Çiyayê Şengalê yên mîna Amûd û Çilmêran bi giranî hatin bombebarankirin. Her wiha ji Geliyê Kersê heya80’yê ya hêzên Heşdî Şebî  jî hate bombebaran kriin.

Bi awayeke zelal hejmara êrîşên hewayî yên bi balafirên şer û bi balafirên bêmirov ên biçek hatin kirin nayê zanîn, lê têgotin bi dehan cih hatine bombekirin.

Li gorî agahiyên ku peyamnêrên me ji herêmê dane dibe ku di saetên pêş de Fermandariya Giştî ya YBŞ-YJŞ’ê têkildarî encama êrîşan daxuyaniyeke nivîskî bi weşîne.

Careke din rojeke pîroz a Êzidiyan hilbijartin

Îro cejna Çileya Zivistanê ya Civaka Êzîdiye û xelk ji duh ve amadekarî ji bo îro kiribûn.  Lê ne tesadûfe hemû êrîşên dewleta Tirk ên di van demên dawiyê de dike, rastî rojên girîng û ji bo Êzîdiyan pîroz hedef digirin.

Piştî êrîşa DAIŞ’ê ya li dijî Hesekê û hewldana revandina DAIŞ’yan Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî, çûbû ser sînorê navbera Şengal û Rojavayê Kurdistanê û di vegerê de jî bi Sefîrê Tirk Alî Riza Gûney re rûniştibû. Lê naveroka hevdîtinê û sedema hevdîtinê ne hatibû eşkere kirin!

Piştî plana DAIŞ’ê û Tirkiyeyê li Rojava têkçûn, herkes êrîşên şeva borî weke rakirina tola DAIŞ’ê û têkçûna plana hevpar a Tirkiye-DAIŞ’ê nirxand.

Her wiha tevî hemû şertên dijwar jî duh Komîteya Navendî ya PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku wan bi beşdariya hemû endamên komîteyê û rêveberiya partiyê civîna salane lidarxistine û plansaziya têkoşînê ya sala nû derxistine. Her wiha hatibû ragihandin ku wan di civînê de gelek biryarên girîng li darxistine.

Wê li ser bangawaziya Meclîsa Gel a Şengalê di saet 11.00’an de gel li seytereya Mûşterek a Xanesorê ku şevê din bûbû hedefa balafirên Tirk kom bibe û êrîşên şevê din ên dijî Şengal, Mexmûr û Rojava were şermezarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN- ŞENGAL

 

 

Show More
Back to top button