PADÊ salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz kir

PADÊ salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê li gelê Sûriyê û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û banga hevgirtinê li hember dagirkerî û terorê kir û got bi hev re Sûriyeke demokrat ji hemû pêkhateyan re ava bikin.

Bi boneya salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê Partiya Azadî û Demokrasiya Êzidiyan (PADÊ) daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Bi navê PADÊ em salvegera 10’emîn a Şoreşa 19’ê Tîrmehê, şoreşa azadî û demokrasiyê ku bi hezaran şehîd dan, pîroz dikin.”

PADÊ di daxuyaniya xwe de bi vê boneyê hemû gelê Sûriyê, tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû hêz û aliyên destek da vê şoreşê û baweriya bi rastiya wê, pîroz kir.

Di daxuyaniyê de hemû şehîd û birîndar hatin bibîrxistin û hate gotin ku vê şoreşê xwe spart nirx pransîbên exlaqî yên girîng mîna projeya neteweya demokratîk, biratiya gelan û jiyana hevbeş.

PADÊ di dawiya daxuyaniya xwe de bang li tevahî gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li hember dagirkerî û terorê yekitiya xwe xurt bikin û bi hev re ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk ji hemû pêkhateyan re bixebitin.

NAVENDA NÛÇEYAN-ANHA

Show More
Back to top button