PDK’ê ji bo Şengalê çi ji şandeya leşkerî ya Iraqê xwest?

Di civîna şandeya bilind ya leşkerî a Iraq, serokê herêmê û serokê PDK’ê de, PDK’ê xwest peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê bi pêngavên leşkerî de pêkwere.

Duh şandeyek hevbeş a Wezareta Hundirin û Wezareta Parastinê li gel Fermandarê Operasyonên Hevbeş a Iraqê gihişte Hewlêr.

Şandeya leşkerî bi serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê PDK’ê Mesud Barzanî re civiya. Di daxuyaniya dawiya civîna di navbera şande û serokê herêmê de, behsa hemahengiya pêşmerge, artêşa Iraq û liv û tevgera çeteyên DAIŞ’ê hate kirin.

Tevî di daxuyaniya dawî de behsa mijara sereke ya civînê nehate kirin, lê li gorî agahiyên hatine bidestxistin, serokê PDK’ê Mesud Barzanî û serokê herêmê Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji şandeyê kirine da ku peyamana 9’ê Cotmehê ya di navbera Iraq û Herêma Kurdistanê ya li ser Şengalê pêkwere.

Gorî agahiyan şandeya leşkerî ya Iraqê li ser daxwaza PDK’ê serdana Hewlêrê kiriye. PDK jî dixwaze Iraq bi rêya pêngavên leşkerî peymana 9’ê Cotmehê ya li ser Şengalê bicihbîne. Lê heya niha Gelê Şengalê bi berxwedanek bê hempa nehêlaye peyman were bicihanîn.

Duh şandeyek ji Şengalê bi serokkomarê Iraqê re civiya bû, lê ji bo şande bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re ne cive, PDK gelek hewldan kir.

Hêjayî gotinê ye di 9’ê Cotmeha 2020’an de di navbera Hikumeta Iraq û Herêma Kurdistanê de bê îradeya xelê Şengalê, peymanek hate îmzekirin. Li gorî peymanê, wê Hikumeta Iraq vegere Şengalê û Rêveberiya Xweser ya Şengalê jî were hilweşandin.

ROJNEWS

Show More
Back to top button