Ji bo Çarşema Nîsanê bang Cejna xwe li ser axa bav û kalan pîroz bikin

Cîgirê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm bang li hemû Êzidiyan kir da ku vegerin ser axa bav û kalên xwe, cejna Çarşema Nîsanê pîroz bikin. Heso got ku ewên dixwazin Şengalê ji Êzidiyan vale bikin, wê bi ser nekevin.

20’ê Nîsanê wê li tevahiya Êzidxanê Çarşema Nîsanê were pîrozkirin. Li Şengalê amadekariyên ji bo pîrozbahiyê dewam dikin, cîgirê Hevserokê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Heso Îbrahîm, derbarê pîrozbahiya cejna Çarşema Nîsanê de ji Rojnews re axivî.

Heso destpêkê cejna Çarşema Nîsanê li hemû dayîkên şehîdan pîroz kir û da zanîn ku ew bi saya şehîdan êdî dikarin li ser axa xwe cejnên xwe pîroz bikin û bang kir; “Bi navê Rêveberiya Xweser em cejna Çarşema Nîsanê li hemû gel û dostên xwe pîroz dikin. Bang li Êzidiyan dikim, vê cejnê bikin wesîleya vegera Şengalê. Berê xwe bidin Şengalê û li ser axa bav û kalên xwe cejna xwe pîroz bikin.”

Heso got ku ewê ticarî dev ji Şengalê bernedin, ji bo wê bila divê cejnê de hemû Êzidî vegerin Şengalê. Heso Îbrahîm bang li Êzidiyan kir da ku di cejnê de ji bo mafê xwe rabin serxwe, guh nedin plan û lîstokên dijmin û wiha pêde çû; “Gelek kes dibêjin, Şengal ne arame, lê bila her kes bizane ew şerê taybet wê biser nekeve. Bi van gotinan dixwazin gelê me bixapînin.”

‘Şengal aram e’

Heso herî dawî dibêje; “Hun li kuderê bin jî, berê xwe bidin Şengalê, divê gelê me di vê cejnê de ji bo herkesê bêje, Şengal arame û paytexta Êzidiyane.”

ÎBRAHÎM ÊZDÎN-ŞINGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button