Cenazeyên welatiyên me bi rê xistin

104 Cenazeyên welatiyên me piştî merasîmekê ber bi Şengalê werin oxirkirin

Di fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê li ser Şengalê pêk anî bû de, bi deh hezaran jin, zarok û pîr hatibûn kuştin, revandin. Çeteyên ku bi taybetî welatiyên me bi awayekî hovane kuştibûn, li gelek cihan bi awayekî komî binax kiribûn.

Heya niha bi dehan gorên komî hatîbûn dîtin û derxistina cenazayan  jî heya astekê pêkhatiye. Lê nayê zanîn ka çend gorên komî ku nehatiye dîtin heye.

Ev bi salane cenazeyên welatiyên me ji gorên komî hatine derxistin, bi sedan ji wan hatin teşhîs kirin ku kîne, nasnameya wan hatiye tespît kirin û piştre jî hatinê oxirkirin.

Herî dawî 104 cenazeyên me yê din di rêde ne.

Li Bexdayê bi tevlibûna rayedarên Iraqê merasîmek ji bo cenazeyên 104 welatiyên me ku di gorên komî de hatîbûn derxistibûn, hate lidarxistin. Merasîm li Bîrdariya Şehîdan a Bexdayê pêk hat.

Di merasîmê de Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Mistefa Kazimî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî, Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên û gelek kesên din amade bûn.

Piştî merasîmê cenazeyên me ber bi Şengalê ve hate birêkirin.

Tê payîn ku 06’ê Sibatê li gundê Koço ev şêniyên me bi merasîmek girseyî werin oxirkirin.

Show More
Back to top button