Şehîdên Şengalê bi merasîmên girseyî hatin oxirkirin

8 şehîdên ku duh di encama bombebarana balefirên dewleta Tirk a dagirker de li Nexweşxaneya gundê Sikêniyê şehîd bibûn, îro li Şengalê bi merasîman hatin oxirkirin. Di merasîman de soza tolhildana şehîdan hat dayîn.

Di 4 êrîşên balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ku duh (17 Tebax) li ser Nexweşxaneya Gundê Sikêniyê ya Şengalê pêk hatin de, 4 xebatkarên tenduristiyê û 4 şervanên YBŞ’ê yên nexweş  şehîd bûn. 4 kes jî birîndar bûn.

Îro cenazeyên şehîdan ji aliyê pêkhateyên Şengalê ve bi merasîmên girseyî hatin oxirkirin. Cenazeyên şehîdan li ser daxwaza malbatên wan li goristanên taybet ên li Şengalê bi merasîmên cûda cûda spartin axê.

Li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan a Çiyayê Şengalê jî merasîmek leşkerî pêkhat. Merasîma ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan destpêkir, li ser navê sazî û rêxistinên Êzidiyan peyam hatin dayîn.

Li ser navê Fermandariya YBŞ-YJŞ’ê Axîn Întiqam axivî. Întiqam di serî de sersaxî ji gelê Şengalê û Rêber Ocalan re xwest û got, “Em ji malbatên xwe yên welatparêz re soz didin ku em ê ji bo pêkanîna xewn û xeyalên şehîdan bi şev û roj di nava kar û xebatan de bin. Ev êrişên ku her carê bi armanca qirkirina gelê me pêktên, wê ti carî negihin armanca xwe. Bila herkes bizane em gelê Êzidî fedayên Tawisê Melek in. Li ser xwîna şehîdan mezin dibin. Her yek ji me şehîd bikeve, wê bi dehan kes cihê wê bigrin.”

Li ser navê malbatên şehîdan jî axaftin hatin kirin, di axaftinan de sersaxî ji Rêber Ocalan û tevayî gelê Êzidî re hat xwestin û soza şopandina rêya şehîdan hat dubarekirin.

Li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê jî Azad Hisên axivî û diyarkir hikûmeta Iraqê berpirsê yekem yê van êrişane û got, divê Iraq helwesta xwe li beramberî van êrişên li ser civaka Êzidî eşkere bike.

Piştre cenazeyê xebatkara tendirustiyê Muhlise Sîdar dibin tililiyên dayîkan û dirûşmên “Şehîd namirin” de spartin axê.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button