Filmê ‘Nameyên ji Şengalê’: Rastiya komkujî, berxwedan û serkeftina Şengalê vedibêje

Rêvebera (producer) filmê  ‘Nameyên ji Şengalê’ Ruha Hisên, derbarê filmê ‘Nameyên ji Şengalê’ de got; “Wê film di salvegera fermanê de ango di 3’yê Tebaxê de were nîşandan. Film li heman cihê ferman lê pêkhatî hate kişandin û şervanên di film de lîstin jî ew şervan bûn yên ku tevlî rizgarkirina Şengalê bibûn. Her wiha di film de cihek giring bi rola jin û dayîkên Şengalê hatiye dayîn ka çawan karîne ji nûve jiyan li Şengalê vegerînin.”

Filma ‘Nameyên ji Şengalê’ li Şengalê hatiye kişandin. Film ji aliyê produksiyona Nûjiyan ve hatiye çêkirin, derhêneriya film ji aliyê Dersîm Zêrevan ve hatiye kirin. Her wiha produceriya film ji aliyê Ruha Hisên ve hatiye kirin. Film behsa berxwedan, qirkirin û rizgariya Şengalê tê kirin.

Ruha Hisên di hevpeyvînek taybet li gel Rojnews de behsa naverok, çîroka film û dema weşandina wê kir.

‘3’yê Tebaxê tê nîşandan’

Ruha Hisên diyarkir ku wê film roja 3’yê Tebaxê di festîvalek li welatê Elmanyayê de were nîşandan. Piştre jî li her cihî were nîşandan. Ruha got: “Me di sala 2018’an de dest bi çêkirina filmê ‘Nameyên ji Şengalê’ kir. Demek dirêj bi girtina dîmen û montaja wê ve çû. Ji berku me dixwest her tişê di film de wekî bûyera rastî rû da yî be. Film li ser keda şehîdên Şengalê û şehîdên ku di dema çêkirina film de li gel me bûn û piştre di şerê Rojava de şehîd bûn hat çêkirin. Ji ber wê beriya her tiştî şehîdan bibîrtînim û bejna xwe li ber wan di tewînim.”

‘Film li heman cihê bûyer lê qewimî hat kişandin’

Di derbarê naveroka film de jî Ruha Hisên wiha axivî: “Taybetmendiyek ya vî filmî gelek cûdatir heye. Ew şansê me hebû ku em senaryoya hatibû amadekirin li heman cihê bûyer lê qewimî bikêşin.Belkî hinek filmên din jî li ser Şengalê hatine kişandin, lê ew şansê wan nebû ku li nava Şengalê de çêkin. Ekîbek profesyonel li gel kesên enternasyonalîst ku ji welatên cûda û her çar parçeyên Kurdistanê amadebûn, tevlî çêkirina vî filmî bûn.”

‘Ti kes newestiya’

Ruha Hisên da zanîn ku di dema çêkirina film de kes newestiya, ji ber her kesê alîkariya hev dikir. Ruha got: “Rêveberiya Xweser a Şengalê û gelê Rojavayê Kurdistanê di aliyê madî û manewî de de her tiştî peyda dikir. Her kesê digot çi ji destê me were emê bikin ji bo em bikarin rastiya komkujiyê, êş, berxwedan û serkeftina Şengalê di film de nîşan bidin.”

‘Me li gor jiyana Êzidiyan kar dikir’

Di dewamê de Ruha Hisên behsa dema çêkirina film û hevkariya ku xelkê Şengalê ya ji bo ekîba film kir û got: “Me li gor jiyana Êzidiyan kar dikir. Ti hewildanek me çênebû ku em hinek kesên din bînin û li gor senaryoya film di rojên taybet û cejnan de rol bidinê. Me di wan rojên ku bi rastî jî cejin û rojên Êzidiyan ên taybet bûn de kar dikir. Me her cihek ji bo girtina dîmen destnîşan bikira daku rastiya rewşa Şengalê derbixe, her kes bi me re dibû alîkar û deriyên malên xwe ji bo me divekirin. Dixwestin hemû dîrok û bûyerên ku bi serê wan de hatine werin zindî kirin, her wiha serkeftinên ku bi destketine ji bo nifşên li pey wan re bimînin û li ber çavên wan bin.”

‘Film belgeyek rastîn a komkujiya Şengalê ye’

Ruha Hisên têkildarî giringiya Filmê ‘Nameyên ji Şengalê’ got: “Di çend salên dawî yên piştî komkujiyê de gel ji bo parastina xwe û rêvebirin û mafên xwe yên rewaş hêza parastin û leşkerî avakirin. Ji berku dîtin eger hêza wan bi xwe hebe, wê bikarin xwe biparêzin. Gel dixwest rastiya bûyeran û hêza parastina xwe nîşan bidin. Ev film di heman demê de wek belgeyek rastîn a komkujiya ku li Şengalê rû dayî ye ku kê Şengal rizgar kir û gelê wê parast?”

‘Kişandina film gelek zehmet bû’

Di dirêjiya axaftina xwe de Ruha Hisên behsa zehmetiyên kişandina film kir û da zanîn: “Di dema kişandina film de gelek zehmetî çêbûn. Ji berku komkujî di sala 2014’an de çêbû û çêkirina film jî di sala 2018’an de destpêkir. Hîna êşên wan rojan ji bîra kesê neçûbûn. Gelek caran dema me dixwest dîmen tomar bikîn, me bang li gel dikir ku werin tevil bibin, me kamerayên xwe disekinandin. Ji berku her kes bê taqet û xembar bûn. Dema ku ew êş dihat pêş çavên wan nedikarîn xwe bigrin û ji wan re gelek zehmet dihat.”

‘Şervanên di film de qehremanên rastî bûn’

Ruha Hisên behsa xelek balkêş a film jî kir û got: “Ew şervanên ku di film de rola YPG, YPJ, HPG û YJA Star dilîstin heman ew şervan bûn yên ku di dema rizgarkirina Şengalê de tevlî şer bibûn. Ji ber wê di film de her kes li gor karê xwe yê rojane ka çawan şer dikin rol di lîstin daku wek rewşa rastî rû dayî derkeve.”

Berxwedaniya jin

Di dawiyê de jî Producera filmê  ‘Nameyên ji Şengalê’ Ruha Hisên got: “Di çîroka film de rola jin û dayîkên Şengalê rolek sereke bû ka çawan berxwedan kirin û karîn Şengal û civaka xwe ji nûve avabikin. Îro jî em dibînin ku hêzek ya berxwedanê ne. Di dema çêkirina film de jî bi hevkarî û xizmeta xwe rola xwe lîstin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button