Şêbilqasim: Deriyê pêkanîna hêviyan  

Di roja duyemîn ya Cejna Cimaya Şêbilqasim de bi hezaran xelkê Êzidî berê xwe dan ber qubê, cejin pîroz kirin û daxwaza pêkanîna hêviyên xwe kirin.

Di roja duyemîn ya Cejna Cimaya Şêbilqasim de bi hezaran xelkê Êzidî berê xwe dan ber qubê, cejin pîroz kirin û daxwaza pêkanîna hêviyên xwe kirin. Quba Şêbilqasim li çiyayê Şengalê di baweriya Êzidiyan de deriyeke ji bo pêkanîna hêvî û dawazên wan.

Di nava civkaa Êzidî de her qubek ji bo xwedawendekê hatiya çêkirin û Êzidî baweriyeke mezin didin xwedawendan. Her tiştek di ola Êzidiyan de girêdayî xwedawendekê ye . Xwin û xeyal, hatin-çûyîn, hêz-û hêvî , xweşî û nexweşî hwd… her yek xwedawendê xwe heye. Quba Şêbilqasim ku dikeve nêzî gundê Kolika li çiyayê Şengalê Xwedawendê Hêviyane’. Di nava Êzidiyan de jêre tê gotin ‘Şêbilqasimê Babê Miraza’. Miraz tê wateya tiştek di dilê mirov de bûbe hezret. Ji bo ew hêviya di dilê mirovde pêk were Êzidî berê xwe didin ber Mezargeha Şêbilqasim û hêviyên xwe jê dikin. Ev qub ku beriya sedan salane bûya cihê hêvî û daxwazên civaka Êzidî.

Bi taybet di rojên pîroz de hejmareka mezin ji xelkê Êzidî serdana vê qubê dikin. Gelek caran bi derketina tîrêjên rojê re Êzidî li ber mezareghê destê xwe perwestiyî xwedê dikin û daxwazên xwe ji xwedê dikin ku Şêbilqasim bi hawara wan ve biçe û hêviyên wan pêk bîne.

Cejna Cimaya Şêbilqasim

Cejna Cimaya quba Şêbilqasim di Pênşem û Îniyên dawî yên meha Îlonê de tê pîrozkirin. Ev cejin du roja dewam dike. Bi hezaran xelkê Êzidî berê xwe dide ber vê qubê. Xêran didin û hêviyên xwe dikin.

Merasîmên Cejna Cimaya Şêbilqasim

Ji bo şopandina Cejna Cimaya Şêbilqasim, me jî berê xwe da ber qubê û me merasîmên cejnê şopandin. Di hindirê qubê de qumaşên ji rengê kesk, sor, zer û spî hene. Di bawariya Êzidiyan de ku ev qumaş di hemû quban de heye tê wateya hemû rengên jiyanê, jêre Perî tê gotin. Her sal di roja duyemîn ya Cejna Cimaya Şêbilqasim de ev Perî tên nûkirin û her kesekî ku van periyan siwar bike ankû nû bike, ew xêreke mezin dike. Her kes nikare van periya siwar bike.  Jiber ku pêwîste li beramberî siwarkirina Periyan pere bide. Ev pere carna digige şeş milyon dînarên Iraqî. Ji ber ku her kesekî xwesteka wî ya Perî siwarkirinê hebe, pere li ser yê din zêde dike ji bo bibe xwediyê xêrê.

Perî bi Destê Dayikan Tê Mohrkirin

Beriya Perî bê siwarkirin,  di serî de ji aliyê dayikan ve bi avê tê mohrkirin û pişre li ser serê kesê ku beriyê siwar dike, li ber dengê def û şibêb , beytên olî û duayan ber bi qubê ve tên rêkirin.

Bi hezaran Êzidî bi kesê ku periyê siwar dike re berê xwe didin qubê. Dema perî hatin siwarkirin ew Perî di hindirê qubê de tên daliqandin û xelk ji bo hêviyên xwe ji Şêbilqasim bike girêkan li wan Periya didin.

Sê Kevirên Biçûk di Hindirê Qubê de

Di hindirê qubê de sê kevirên piçûk û girover hene. Xelk di dilê xwe de hêviyekê çêdike û bi destekê eger karibe wan keviran li ser hev bide sekinandin, di baweriya Êzidiyan de wê hêviya wî/wê pêk were.

Dara Mirazan

Herwiha li kêleka qubê, darek ya berûyê heye ku jêre dibêjin ‘Dara Mirazan’. Jinên ku zarokên wan çênabin, parçeyekê qumaş bi darê ve girê didin û kevirekê biçûk dikin nava wî parçeyê qumaş û ji bo zarok ji wan re çêbibin sê caran li dora wê darê dizivirin.

Îro roja duyemîn ya Cejna Cimaya Şêbilqasim bû. Bi hezaran Êzidiyan berê xwe dan ber Mezargeha Şêbilqasim, hem ji bo demekê xweş derbas bikin, hem jî ji bo miraza di dilê wan de pêk were destê xwe bilind dikirin û daxwazên xwe ji Şêbilqasim re dikirin.

Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ya li ser civaka Êzidî îsal ji hemû salên din zêdetir xelkê Êzidî berê xwe da ber mizargehê û Cejna Cimaya Şêbilqasim pîroz kirin.

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button