Brîtanyayê Fermana 3’yê Tebaxê bi fermî weke ‘Jenosîd’ nas kir

Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê li ser malpera xwe ya fermî derbarê komkujiya bi destê DAIŞê ya li dijî Êzidiyan daxuyaniyek da û hate gotin; “Em bi fermî qebûl dikin ku DAIŞ’ê di sala 2014’an de dijî Êzidiyan kiryarên jenosîdê kirine.”

Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê li ser malpera xwe ya fermî derbarê komkujiya bi destê DAIŞê ya li dijî Êzidiyan daxuyaniyek da.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de ragihand ku ew bi awayek fermî qebûl dikin DAIŞ’ê di sala 2014’an de dijî Êzidiyan jenosîd kirine.

Derbarê mijarê de Wezîrê Karûbarên Rojhilata Navîn yê Brîtanyayê, Lord Tariq Ehmed axivî û got; “Beriya 9 salan xelkê Êzidî ji destê DAIŞ’ê gelek êşên mezin kişandin û bandora wê heya îro tê dîtin. Îro me biryarek dîrokî da ku dijî Êzidiyan komkujî pêkhatiye.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

 

Show More
Back to top button