Ciwanên Şengalê Heya şikandina tecrîdê em ê li ser lingan bin

Yekitiya Jinên Ciwan Yên Şengalê û Yekitiya Ciwanên Şengalê ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya konê dan despêkirin. Ciwanan gotin heya şikandina tecrîdê em ê li ser lingan bin.

Ciwanên Êzidî ji bo azadiya fizikî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh dest bi çalakiya konvedanê kirin. Çalakiya konvedanê ya ciwanan li komelgeha Digurê despêkir.  Ciwanan dan diyar kirin ku ew ê çalakiya xwe pênc rojan bidomînin.

Di roja yekem ya çalakiya ciwanan de ji aliyê Mecisên Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ve sedana kon hate kirin. Li pêşberî konê ji aliyê yekîtiya ciwanên Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ve daxûyanî hate dayîn. Paşê jî li ser Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmeha 1998’an destpê kir û heya 15’ê Sibata 1999’an bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan dom kir sînevîzyonek hat temaşekirin.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de dan diyarkirin ku ew azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wek azadiya xwe dibînin, lewra ji bo şikandina tecrîdê ew ê tim li qadan bin.

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

Di daxuyaniyê de li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo jî axivî û bi van gotinan piştgirî dan çalakiya kon ya ciwanên Êzidî: “Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) çalakiya kon ya ciwanan pîroz dikin û em dibêjin ji roja me ev fikir naskirî heya niha me ji bo azadiya Rêber Apo çalakiyên xwe li darxistiye lê em dibêjin heya rih li ber bedena me û zarokên me heye em ê her tim li du vî fikrî bin û em ê tu caran dev jê bernedin. Ji ber em dizanin ev fikir rêya azadiya me ye.”

‘Bi têkoşîna jin û ciwanan wê tecrîd bê şikandin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Caklîn Hisên çalakiya ciwanan pîroz kir, da diyarkirin ku ew weke jinên jinên Êzidî azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe dibînin û wiha pê de çû: “Ciwanên me ji bo azadiya fîzikî ya Rêber Apo çalakiyek dane despêkirin, em jî vê çalakiyê pîroz dikin û em her tim bi ciwanên xwe re ne. Em ê bi tekoşîna jin û ciwanan dawî li tecrîdê bînin. Ji bo Rêber Apo çi ji me were xwestin, weke jinên Êzidî em ê bikin.”

‘Heya şikandina tecrîdê em ê li qadan bin’

Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Lîza Zerdeşt jî bi van gotinan qala çalakiya konvedanê kir: “Ev çalakiya me wê pênc rojan berdewam bike. Di van rojan de wê semîner bên dayîn ji sazî û dezgehên Şengalê serdan çêdibin. Me pêşangeha pirtûk û wêneyên Rêber Apo vekiriye wê di bin konê de li ser wate û girîngiya fikrê Rêber Apo civîn bên li darxistin. Weke jinên ciwan em dibêjin heya ku em agahiyekê ji Rêber Apo em negirin em ê kar û xebatên xwe berdewam bikin.”

JINHA- ŞENGAL

Show More
Back to top button