‘Serdana Akar nîşaneya şer û êrişeke nû ye’

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî got yêk ji armanca serdana Akad têkbirina Xweseriya Şengal û qirkirina civaka Êzidî, yek car tinekirina civaka Êzidî ji Iraq û Cîhanê ye

Hîndekarê Zanîngeha Duhokê Kamûran Berwarî diyar kir, serdana fermandarên şerê taybet ên Tirk Hûlûsî Akar, Yaşar Guler û Hakan Fîdan a li Bexda û Hewlêrê, nîşaneya êrişeke nû ya li dijî PKK’ê û şer e.

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî ji anf re axivî û bal kişand ser hevdîtina li gel Iraqê û Herêma Kurdistanê û got, rojên metirsîdar li pêşiya gelê Kurd e.

Dr. Berwarî anî ziman ku di vê qonaxê de ku rewşeke aloz li Rojhilata Navîn û bi taybet li ser gelê Kurd û tevgera azadiya Kurd heye, rewşekî giran, aloz û metirsîdar e û wiha pêde çu: “Li gorî çavdêriyên min dibe Tirkiye û Iraq li ser hinek xalên girîng di çarçoveya berjewendiyên hevbeş û hêlên stratejîk de piştî hevdîtina li gel Serokwezîrê Iraqê Mûstefa Kazimî li hev kiribin.”

Dr. Berwarî got “Aramanca wan a esasî û planên wan li ser Başûr û Rojavayê Kurdistanê ye.”

Dr. Berwarî armancên Dewleta Tirk jî wiha rêz kir:

-Lewazkirina tevgera azadiya gelê Kurd, şervan û pêşmergeyan.

– Têkbirina Xweseriya Şengal û qirkirina civaka Êzidî, yek car tinekirina civaka Êzidî ji Iraq û Cîhanê. Dest danîna ser vîna civaka Êzidî.

-Di warê erdnîgarî de cudakirina Başûr û Rojavayê Kurdistanê.

-Lewazkirin û bê vînkirina hikûmeta Herêma Kurdistan piştî ku destanî ser hikûmetê û şûnde. Jinavbirina hemû destkeftiyên gelê Kurd heta hilbijartinên Iraqê lewazkirina hikûmeta herêmê. Bike ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bikeve bi desthilata Hikûmeta Iraq û Tirkiyeyê.

-Pêşiya Îranê bigire ku nekare ti peywendiyek bi Iraq û Sûriyeyê re pêk bînbe.

-Avakirina herêmeke taybet ji bo Sineyên Iraqê, sînoran raste rast bi Ûrdûn û Tiriyeyê ve girê bide.”

Siyasetmedarê Başûrê Kurdistanê Dr. Kamûran Berwarî  herî dawî wiha got got: “Divê gelê Kurd li şûna çeperan li ber yek danin, divê yekîtî û yekrêziya li nava xwe bihêztir bike; bi yekîtiya netewî bersiva her cûre pîlan û êrîşên dewleta Tirk bide.”

Show More
Back to top button