MXDŞ’ê bi boneya Cejna Êzî peyamek weşand: Dema vegera ser axa pîroz e

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) bi boneya Cejna Rojiya Êzî ya Êzidiyan peyamek belavkir û hate gotin; "Êdî dema wê hatiye ku civaka me biryara vegera li ser axa bav û kalên xwe bide."

Bi boneya roja Cejna Êzî li tevahê herêmên ku Êzidî lê hene, Cejna Êzî pîroz dikin. Bi boneya Cejna Êzî Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê peyamek weşand.

Peyam wiha ye:

“Bi navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, em rojiyên Êzî pîroz dikin. Em bi hêvî ne ku ev rojî bibe rojên xweş û geş di nava civaka me de û bibin wesîleya pêkvejiyana gelên li herêmê. Bi sedan salin, dijimin ji bo koka me ya kevnar ji holê rake, ji her alî ve planên qirêj dimeşînin. Niha jî dixwazin Êzdiyan ji çanda wan a kevnar û ola wan dûr bixin. Li ser vî bingehî berê civaka me didin Ewropayê û nahêlin Êzidî liser axa xwe ya pîroz vegerin. Tevî hemû planan, gelê me li çanda xwe xwedî derketiye.

Di van rojên pîroz de civaka me dû peyamên giring dane raya giştî. Ya yekem peyama wê dan ku piştî 74 fermanan jî her Êzidî li ser koka xwe mane, bîr û baweriya xwe parastine. Ya din jî di van deman de şerekî taybet li ser civaka me tê meşandin û wekî ku Şengal ne aram be didin nîşandan. Lê di nava van rojan de bi hezaran Êzdî li seranserê Şengalê bi coşek mezin û şahiya ev rojên pîroz derbaskirin. Di virde peyama Şengala aram dan dijiminê xwe. Bi boneya Cejna Rojên Êzî em di serî de vê cejnê li Civata Rûhanî û tevahiya gelê xwe yê li welat û derveyî welat pîroz dikin. Bi taybetî li malbatên şehîdan, ji ber ku bi saya keda şehîdan em dikarin van rojan bi azadî pêşwazî bikin.

Em bi hêvîne ev cejn bibe wesîleya tifaqa gelê me û vegera tevahiya civaka me ya ji bo Şengalê. Em bi navê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê bang li civaka Êzidî dikin ku di her warî de xwe bi tifaq û rêxistin bikin. Taybet gelê me ku di nava çadiran de jiyan dike û heya nihe li koçberiyê ne, êdî dem hatiye hun biryara xwe ya vegera li ser axa bav û kalan bidin. Heta ku civaka me yekîtî û tifaqa xwe çêneke, li ser axa xwe venegerin, wê parçebûn hebe.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button