Saziyên Çand û Hunerê yên Şengalê kevneşopiyên civakê zindî dikin 

Navenda Çand û Hunera Şengalê û Navenda Stiya Nexşa bi wesîleya Cejna Çarşema Serê Nîsanê, bi berhemên nû kevneşopiyên civaka Êzidî ên hezaran salan zindî dikin.

Meha Nîsanê ku di nav civaka Êzidî de weke ‘Bûka Salê’ tê binavkirin, mehek pîroz e ku li gel her takekî Êzidî girîngiya xwe heye. Di dîroka Êzidiyan de, di meha Nîsanê de gelek Êzidî kevneşopiyên xwe yên pîroz ji nû de zindî dikin.

Çarşema Serê Nîsanê bi boneya wê baweriya dibêje, wê rojê dinya hatiye afirandin û wê rojê her sal dîsa Xwedayê aleman Dîwana heft melekên xwe dicivîne ji bo ku qedera dinyayê û ruhberan ji bo sala li pêşiyê diyar bike, di nava Êzîdiyan de yek ji rojên herî pîroz ên cejnan e.Ji saziyên çand û hunerê berhemeke nû

Navenda Çand û Hunera Şengalê û Navenda Stiya Nexşa ku xebatên çand û hunerê li Şengalê dimeşînin, hewl didin çavkanî û kevneşopiyên civaka Êzidî bi berhemên cûda zindî bihêlin, nedin ji bîr kirin û bigihînin nifşên nû. Yek ji kevneşopiyên kevnar a civaka Êzidî jî ew e ku, di dema Cejna Çarşema Serê Nîsanê de zarokên biçûk ku hê bi meşê neketine dayîka zarokî lingên wî/wê bi tayekî dezî girê dide û dibe ber şivan.

Şivan û qutkirina qeyda lingên zarokan

Dema şivan pezê xwe ber bi malê ve dibe, ew zarok dibirin ber wî şivanî, şivan jî ew ta qut dikir da ku ew zarok dest bi meşê bike. Wateya qutkirina tayê dezî ew e ku, qeydên lingên zarokan were vekirin û zarok bigihin qonaxa rêveçûyînê. Bê guman şivan jî ne ji xwe de nehatiye hilbijartin. Şivan hem temsîla jiyana xwezayî ya xwedîkirina pez e, hem jî ji ber ku bêyî sînor nas bike li her derê dimeşe temsîla meşeke bêsînor e.

Kevneşopiyên hezaran sal zindî dikin

Ev kevneşopî bi temamî nehatibe ji bîr kirin jî, niha pir kêm tê pêkanîn û gelek kes an ji vê çandê haydar nîne, an jî wateya wê baş nizane. Ji ber vê jî ,Navenda Çand û Hunera Şengalê û Navenda Stiya Nexşa, bi berhemeke dîtbarî vê kevneşopiya bi hezaran salan carek din zindî dikin û pêşkeşî hemû civaka Êzidî dikin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button