Konferansa Jinan a Şengalê: Bi formûla Jin, Jiyan Azadî nûnertiya xwe bikin

Li Şengalê konferansa 'Bi Jin, Jiyan Azadî re, ber bi şoreşa jinê ve' dewam dike. Konferansê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser jinê hate xwendin û peyama Endama Konseya Rêveber ya KCK'ê Sozdar Avesta eleqeyek mezin kom kir. Konferans bi kelecanekî mezin berdewam dike.

Li Şengalê konferansa ‘Bi Jin, Jiyan Azadî re, ber bi şoreşa jinê ve’ ku ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hatiye organîzekirin, bi beşdarbûna 350 delege û hêjmarek zêde ya jinên Êzidî û Ereb destpêkir, dewam dike.

Di konferansê de nirxandinên Rêberê Gelên Azadîxwaz Abdullah Ocalan ya li ser jinan û peyama Endama Konseya Rêveber ya KCK’ê Sozdar Avesta bi eleqeyek mezin hate guhdarkirin.

Rêber Öcalan: Bi formula jin, jiyan û azadî nûnertî bikin

Di peyama Rêber Ocalan ya têkildarî jinan ku hate xwendin de hate gotin; “Di rastiya me de jin û jiyan bi heman peyvê tên gotin. Di rastiya me ya neteweyî de jî, jin û jiyan bi hev re tên nirxandin. Lê wekî ku hûn jî dibînin, îroj du peyvên ji hev hatine dûrxistin jî ev in. Jin û jiyan mixabin bi dagirkeriyên sed salan îro bûye qelsbûna civakî, hatiye asta ku jiyana jinê hatiye jibîrkirin û jiyan jî kiriye dojeh. Beriya her tiştî divê mirov bi vî tiştî bizanibe. Heke ew ê jiyanek pêk were, wê ev bi jinê re pêk were û wê bi helwesta azadiyê ya jinan pêk were arere. Ez vêya wekî hevokeke ji rêzê bi kar naynim. Berevajî wê jiyan pêk nayê, berevajî wê mirovbûn wê pêk neyê.”

Heta ku hûn neyên rewşa yekitî û hêzê hûn dikarin qala kîjan rizgariyê bikin? Hûn ê ji vê bawer bikin. Yekitiya jinê tê wateya hêza jinê. Di navbera xwe de jî pêwîstiya wan ne bi nakokiyê lê bi yekparebûnê heye. Tê dîtin ku jina Kurd bi tenê ne li Kurdistanê li Tirkiyê, Rojhilata Navîn û bi Şoreşa Rojava re li cihanê ji pêşketin û bandoreke çawa re rê vedike. Wê di encama îradebûn û azadiya jinê de encamên dîrokî û civakî yên ku hatine afirandin û yên ku bên afirandin ên pir mezin hebin. Di rewşa heyî de jina Kurd bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Kurdistanê hatiye rewşa pêşenga jinên herêm û cihanê. Ne tenê weke jinên Kurd, bi jinên Tirk, Fars, Ereb û Ewrûpayê re hûn dikarin vê şoreşê belavî dunyayê bikin.”

‘Ji artêşbûna jinê heya konfederalîzma demokratîk jin pêşeng e’

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta bi dîmenkî peyama xwe dabû û di destpêka peyamê de beşdarvanên konferansê silav kir û keyfxweşiya anî ser ziman. Avesta wiha var; “Bi xaka xwe ve girêdanbûn, li hemberî hemû cûreyên koçberiyê, qirkirin û talan kirinê, li hemberî tahrîb kirina xwezayê li ser xaka xwe mayîn, welatê xwe terk nekirin, welatparêzî pêşxistin û avakirina civakbûnê de bi israr û daxwaziya mezin tevgeriyaye jin û îro em dibînin ku pêşî li van qirkirinan digre. Cardin bi taybetî fikra azad û îradeya azad derxistina holê, bi vê têkoşînê çêbûye. Îradeyek ji agir, baskekî ji agir û fikrekî azad ku Rêber APO di şexsê jinê de wek fikrê mezin rêxistin kiriye bi paradigma xwe vegerandiye fikrê mezin yê xwe birêxistin kirinê. Dîsa di rêgezên wî yên esasî de rêxistinbûna jin, rêxistin wekî tevahî pergala jinê ji artêşbûnê destpêkir, niha jî konfederalîzma demokratîk ya jin di rojhilata navîn û cîhanê de êdî ber bir konfederalîzma cîhanê ya jin ve diçe.”

Tecrîda ser Serok APO bi armanca tol rakirinê ye

Cardin rêgezekî esasî di milê têkoşînê de, li tevahî Kurdistan, li Êzidxan û li derveyî welat têkoşînek jin ya hevgirtî tê meşandin. Ev têkoşîn êdî têkoşîna xwebûnê ye. Ji bo ku xwebûna xwe ava bike di vir de ti astengiyan nas nake û vê têkoşînê pêşdixe. Bi vê têkoşînê de rêgezê xwe yê esasî di milê etîk de, di milê ehlaqî de, edaletê de, manevî de teqandinekî mezin, derketinekî mezin ava dike. Vana cewherê têkoşîna jinê dide diyar kirin. Têkoşîna azadiya jin ku hûn jî divê komxebata xwe de bi berfirehî digrin dest û nîqaş dikin, afrînerê van hemuyan Rêber Apo ye. Rêber APO di bin tecrîdekî girankirî de ye. Sedema xwe ya esasî têkoşîna azadiya jinê ye. Zilamê mêrê desthilatdar, zîhniyeta baviksalarî ya mêr-dewlet tola van ji Rêber APO digre. Çima jin dibe xwedî îrade, çima jin xwe birêxistin dike, pergala xwe ava dike, çima hesabê xwe ji vê zihniyetê digre û bihevre di têkoşînekê de ye tolê digrin ji Rêber APO. Heger nahêlin dengê Rêber APO bigihêje derve ji ber vê sedemê ye. Jinên berxwedêr, mêvanên bi rûmet sala 2023’yan de jî têkoşîna azadiya jinê di serî de li Kurdistanê û li cîhanê balê dikşînin ser xwe. Pêşengtiyê ji jiyana azad re, jiyana wekhev re dikin. Mînaka vê hûn îro li Êzidxanê jî bi van xebatên girîng, bi fêmkirina fikir û felsefeya Rêber APO re dibînin, xwe têde zane kirin, xwe birêxistin kirin û xwe parastin bingeha xwebûna jin û civakê de tê hûnandin.”

Nêzî 9 sale jina Êzidî destan nivîsandin

Di Êzîdxanê de nêzîkî 9 salin, jina êzidî bi rastî jî destan nivîsandin. Berxwedanekî bêhempa pêşxist, ji rêxistinkirina civakê re û ya xweser ya têkoşîna xwe re, kedekî mezin da, pêşengtî kir. Di hemû kar û xebatên niha wekî şoreşa civaka Êzidî tê pênasekirin bi nirxê jiyana azad, wekhev û komînal ya jinan re dimeşe. Bi jinên di Iraqê de jiyan dike, jinên civaka me ya ereb, suryan, asurî, kakaî, şebek, Şîa û hemû baweriyên din, yên li qadê de hemû gelên jiyan dikin li Iraq û Kurdistanê de, bo bi hevre hevbeş jiyanekî azad bi fikir û felsefa Rêber APO avakirin ji bo jinê rêya herî bi nirxe. Ev komxebata we jî, ked û xebatên Rêber APO heya îro daye, ku heya îro jî didomîne, bi evîna derwêşan, edûlan ku dibêje ezê tola jinên Êzidî rabikim pir bi wate ye. Serok APO dibêje jinên Êzidî li gel min xwediyê cihê herî bi nirx û pîroz e û binxêr dike ku divê werin azad kirin. Li ser vî esasî ku hûn jî wek beşdarvanên vê komxebatê divê hêj zêdetir fikir û felsefa jiyana azad, bi şîara jin, jiyan, azadî xwe birêxistin bikin û parastina nirxê jinê di parastina şoreşê re dikare bê mîsoger kirin. Ji bo azadiya Rêber Apo ya fizîkî jî divê meşa azadiyê de pêşengtiya xwe pêk bînin. Ez di wê baweriyê de me ku ev komxebat yê bibe lutkeyek ya herî jor. Di bihara 2023’yan de, bihara jinê, şoreşa jinê êdî di merheleyekî nû de pêşdikeve. Êzidxanê de jî pêşengtiya vê bo hemû qadan jî hûnê bikin. Li ser vê bîr û baweriyê ez cardin hemû beşdarvanên komxebatê silav dikim.”

Konferans yê bi semînerên taybet berdewam bike. Tê payîn ku heya ber bi êvarê bidome.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button