TAJÊ: Divê hesab ji Erdogan, PDK û Iraqê were pirsîn

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) diyar kir, PDK û Tirkiye hevkarî li gel Tirkiyeyê dikin ji bo êrîşê gelê Êzidî bikin û got: “Heya Erdogan, PDK û Kazimî hesabê van êrîşan nedin, emê têkoşîna xwe berdewam bikin û bêdeng nemînin.”

Tevgera Azadî ya Jinên Êzidî (TAJÊ) têkildarî êrîşa dijî fermandarê YBŞ’ê Seîd Hsen û komkujiya nexweşxaneya Sikêniyê daxuyaniyeke nivîskî weşand. TAJÊ ragihand ku ewê weke Tevgera jin li beranberê êrîşan bêdeng nemîne.

Naveroka daxuyaniyê wiha ye;

“Di serî de em wek Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî sersaxî ji malbata Şehîd Seîd, şehîd İlyas, ji bo malbatên hemû  Şehîdên komkujiya Nexweşxaneya Sikêniyê, civaka Êzîdî û hemû Kurd û Êzidiyan dixwazin.  Heval Seîd bi deh salan ji bo hebûn û azadiya milletê Êzîdî bi fedakariyek mezin xebatên xwe dimeşand. Di dema Fermana 2014’an de di eniyên herî pêş de pêşengyê kir û li dijî DAIŞ’ê şer kir. Heval Seîd ji bo gelê me yê Êzidî pêşeng bû.  Hedefgirtina pêşengên milletê Êzîdî tenê berdewamiya Fermana DAİŞ’ê ye.  Dewleta Tirk a faşîst û hevkarê wê Kazimi dixwazin di şexsê van pêşeng û fermandaran de vîna milletê Êzîdî bişkînin û pêşî li fermaneke nû vekin.

‘Emê bêdeng nemînin’

Piştî Fermana 2014’an milletê Êzîdî xwe bi xwe xwerêxistin kir. Bi xwe sazî û dezgehên xwe avakirin.  Nexweşxaneya li Sikeniyê yek ji cîhên ku bi keda millet hatiyê avakirin bû û bi salan di hêla tenduristî de xizmeta milletê xwe dikir. Di roja me a îro de jî rojanê nexweşên  Covid 19 serdana nexweşxaneyê dikirin. Di encama êrîşên hewayî yên 17’ê Tebaxê de ev destkeftiya gelê Êzîdî hate ruxandin. Nêzî 10 kedkarên tenduriştî û nexweş jiyana xwe ji dest dan ango birîndar bûn. Hovitiyek di vê astê de li tu deverê nayê dîtin.  Ev êrîşana di dema serdana Kazimî de pêk hatin. Li dewsa ku Kazimî ewlehiya Şengalê bide xurtkirin, rê ji bo komkujî û komkujiya Êzîdiyan vedike. Tenê bi erêkirina Kazimî dewleta Tirk a faşîst, ku dijminê hemû Êzîdiyane, dikarê êrîşên xwe pêkbînê. Tenê kujer destek didin kujeran. Emê weke Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî li beramberî van êrîşan bêdeng namînin.

‘Divê hesabê komkujiyan were pirsîn’

Pêwîste hesabê van komkjiyan were pirsîn. Heya ku hesab neye pirsîn emê wek milletê Êzîdî, di serî de Jinên Êzîdî tekoşîna xwe ji bo azadiyê û xweseriya Êzîdxanê bilintir bikin.  Heya kujerên hov mîna Erdogan û hevkarên wan PDK û hikûmeta Kazimî hesabên kiryarên xwe yên qirêj nedin em dest ji têkoşîna xwe bernadin. Emê ji bo xweserî û azadiya Êzîdxanê têbikoşin. Em hêz û baweriya xwe ji şehîdên xwe, civaka xwe û ji felsefe û îdeolojiya Rêber Apo digirin. Li ser vê esasê em bang li hemû Êzîdiyên li seranserê cîhanê dikin ku li beramberî vê hovitiyê bê deng nemînin û bi çalakiyan xwedî li milletê xwe derkevin.

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button