TAJÊ êrişa li ser Şengalê şermezar kir

TAJÊ ya ku êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk a li ser wesayîta sivîlê Êzidî yê bi navê Xêro Şivan a li Şengalê protesto kir, nerazîbûn nîşanî PDK û hikûmeta Iraqê yên destek didin Erdogan, dan

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) êrîşa SÎHA ya dewleta Tirk a li nêzî Kampa Şehîd Nazê ya li ser Çiyayê Şengalê ku warê Êzidiyan e ku li ser wesayîtek sivîlan pêk anî protesto kirin.

Daxuyaniya li kampê hate kirin gelek kes tevlî bûn. Di çalakiyê de li ser navê TAJÊ’ê Neam Elyas daxuyanî da û wiha got:

“Îro terorîst Erdogan ê DAIŞ bombe li kampa Serdeş a Çiyayê Şengalê barand. Piştî fermana 3’yê Tebaxa 2014’an bi dehan car bombe li Şengalê barandin. Em Êzidî jî daxwaza heqê xwe dikin.

Çi heqê Erdogan li Çiyayê Şengal a Kampa Serdeştê heye ku bombeyan li sivîlan dibarîne. Her roj êrîşî dike çima hikûmeta Iraqê bêdeng e. Eger ku dibêjin em serwerin li herêmê û em ê parastinê bikin, çima êrîşên Tirkiye nadin sekinandin.

Bi dehan care Şengalê bombe dikin ku kes li çiyayê Şengalê nemîne. Îro saet 15:00’an ê danê piştî nîvro, bombe li wesayîteke sivîlan a bi navê Xêro Şivan barandin. Niha ya DAIŞ bi ser nexistî, Erdogan dixwaze bike. Yên DAIŞ bi rêxistin kir û berê wan da me ew in. Yên li ser navê Êzidiyan çûna Parlementoya Iraqê çima bêdeng in? Çima bûyerên bi serê Êzidiyan tê nabînin? Em ji Tirkiye natirsin, ji xaka xwe dernakevin.

Her roj di bin êrîşan de ne. Em jin bersivê didin Erdogan, em ê warê xwe biparêzin, heta dilopa xwîna xwe ya dawî, em ê li pişt zarokên xwe yên me diparêzin cih bigirtin. Erdogan wê xeyalên xwe bi cih neîne. PDK wan destek dike, xayîntiyê dike, xwe difiroşe. Dîn û baweriya wan nîne, şeref û rûmeta wan nîne. Erdogan çi bike bila bike em Êzidî ne. Em destekê didin zarokên xwe, dev ji çeka xwe bernadin. Êzidî ne yên berê ne, em ê  xwe biparzin; rê nadin êdî me qetil bikin. Em ne dibin dîlên Erdogan û ne jî PDK’ê. Yên dibêjin wê ji ber bombeyan bitirsin û birevin, xwe dixapînin. Berxwedan jiyan e.”

Piştî daxuyaniyê û şûnde dirûşmên ‘Bimre xiyanet’ û ‘Bijî berxwedana Şengalê’ hate qîrkirin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button