Welatiyên me bi merasimekê spartin axê

Cenazeyê 104 welatiyên me ku di gorên komî yên Şengalê de hatibûn derxistin piştî gihiştin Şengalê birin gundê Koço û bi merasîmekê hatin veşartin

 

 

Beriya niha li Bexdayê bi tevlîbûna rayedarên Iraqê merasîmek ji bo cenazeyên 104 welatiyên me pêkanîbûn û ber bi Şengalê ve birê kirîbûn.

Di merasîmê de Serokkomarê Iraqê Berhem Salih, Serokwezîr Mistefa Kazimî, Serokê Parlamentoya Iraqê Mihemed Helbusî, Wezîrê Karê Derve yê Iraqê Fuad Hisên û gelek kesên din jî amade bûn.

Piştî cenazeyên welatiyên me gihêştin gundê Koço merasîmek girseyî pêkhat.

Merasîm bi tevlîbûna girseyek mezin ji xelkê me û bi tevlîbûna berpirsên hikûmetê pêkhat.

Li Meclîsên Gel û saziyên Şengalê gelek kes tevlî merasîmê bûbûn.

Endama Meclîsa TAJÊ Neam Elyas ku bi xwe jî di merasimê de amade bu ji rojnews re axivî û wiha got: “Em bejna xwe li hemberî hemû şehîdên fermana 73’an ditewînin. Kesên ku li ser vê axê şehîd bûyîn rihê wan şad be. Em ê ti caran wan ji bîr nekin. Hêzên ku di fermana 73’an de em parastin, sipasiya wan dikin, yên ku pişt me bazdayîn jî em wan carek din şermezar dikin. Em ê wê xiyanetê ti caran ji bîr nekin. Berî fermanê hêzek li vêderê bû, lê dema ferman qewimî bazdan û pişta xwe dan me û heta çekên me jî ji me sitandin, ev hêz jî pêşmerge bûn.”

Yek ji rûspiyên Êzidiyan Hecî Şemo jî da zanîn ku ew îro gelek xemgînin ji ber ku ew 104 şehîdên fermanê oxir dikin. Hecî Şemo diyarkir ew ê heta dawiyê li ser şopa şehîdên xwe bi meşin.

Endama Meclîsa Xanesorê Hemşê Elî jî sipasiya kesên di merasîmê de amadebûne kir û got: “Ger ku xayîntiyeke mezin di fermana 73’an de li ser me nebûya bê guman dê ev şehîd niha li gel me jiyan bikirîban. Ev xayîntî bi destê mala Barzanî û çetên Erdogan ên DAIŞ’ê bûn. Ger em berî fermanê wisa perwerde kirîbana kesê nedikarî fermanek wisa reş ser me de bînin. Carek din em li hemberî bîranîna hemû qûrbaniyên fermanê bejna xwe di tewînin, em ê wan jibîr nekin.”

ÇAVKANÎ; LEYLA LORÎN/ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button