Şengal bi hunermendên xwe tê nasîn

Di nava gelê Êzîdî de çanda hunermendî li pêş e. Di merasîmên olî de tembûr û qewal cihekî girîng digre. Ciwanên Êzîdî ji bo vê çandê bidomin xwe fêrî estromanên mûzîkê dikin. Xelef Bapîr li Şengalê yek ji mamosteyên mûzîkê ye. Bapîr, ji bo çanda mûzîkê li Şengalê bidomine dewreyên perwerdeyan vedike û zarokan fêrî lêdana estromanê mûzîkê dike.

Di tevahî dîrokê de, her dayim desthilatdaran ji bo bikaribin civakê tine bikin destpêkî êrîşî çand û ahlaqê vê civakê dikin. Ji ber stûna ku civak xwe li ser piya digre çanda wê ye. Çanda Êzdatiyê çanda herî kevnar û dewlemend e. Ji ber vê yekê gelê Êzidî di dîrokê de her rastî êrîşan hatine.

Piştî fermana 2014’an, gelê Şengalê di her alî de ji bo parastina xwe bike, xwe bi rêxistin kir. Yek ji van rexistinên ku heyî çand û hûnera Şengalê ye. Di nav civakê de gelek kes piştgirî dan çand û hûnera Şengalê.

Gelê Êzidî ji bo çanda civakê tine nebe di nav hewldanekê de ne. Di nav civakê de kî çi ji destê vê tê amade yê ku bike. Yek ji van şêniyên Şengalê ye ku ji bo çanda gelê Êzidî hunda nebe hewil dide Xelef Bapir ê.

Xelef Bapir ji Şengalê ye, kare hunerî 2009’ê despekiriyê û heta neha vê karî didomîne. Xelef dibêje ku wî ji zaroktî hez ji mûzîkê kiriye û wiha got; “Hezkirina min ji biçûkatî ji mûzîkê hebû. Min karê hunermendî di sala 2009’an de despêkir. Ez strana çêdikim û diçim dawetan. Bi alîkariya derdor bi giştî 50 stranêmin heye.”

Ji ber xwestek û heskirina hunerî Xelef hewil da hunerê nav gelê Şengalê de pêşbixe. Ji bo vê dest bivekirina dewreyên mûzîkê kiriye. Xelef derbarê dewreyên ku hatinê vekirin van agahiyan da; “Piştî fermanê me 2017 dewreyê muzîkê vekir. Despêkê me devre li Xanesorê dewreyên fêrkirinê vekir nêzikî salek me perwerde dan. Piştra em hatin Şengalê û me dewreyên fêrkirina mûzîkê  li vir berdewam kir. Li navenda Şengalê de nêzikî salek me li Navenda Çand û Hunera Şengalê de perwerdeyên tembûrê dan. Ez perwerdeyên temburê, deng didim.”

Xelef di axaftine xwe de bal kişand li ser pêşxistena hunerê û wiha dawî yê axaftinê xwe anî; “Di Şengalê de alîkarî dayîna çande kême. Parastina çande kême. Di aliyê hunerê de ger huner didestê kê hebe bila tenê ji bo xwe nehêle, hinek din jî ferbikin. Kes bila hunera xwe bixwera ne be gorê.”

ADAR AVESTA-ŞENGAL

Show More
Back to top button