‘Ji bo siberojên aram em dixwazin xwe zane bikin’

Li Şengalê kar û xebatên perwerdeyê ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ve tê berdewam kirin. Herî dawî dewreyek din hatiye destpêkirin

Jinên beşdarî dewreya perwerdeyê bûne ji jinnews re axivîn û wiha gotin:”Di perwerdeyê de mirov hînî gelek tiştî dibin. Em bang li tevahî jinan dikin ku beşdarî perwerdeyê bibin.”

Jinên beşdarî dewreyên perwerdeyên birdozî yên TAJÊ bûne nêrînên xwe têkildarî perwerdeyê anîn ziman. Jinên tevlî perwerdê bûne wiha axivîn; “Ger em bixwazin civakek bi ewle û zane ava bikin, divê tevahî ferdên wê xwe perwerde bikin.”

Endama Dewreyê Emîne Hecî  jî di derbarê perwerdeya ku dibînin de wiha got:”Ji bo vê perwerdeyê em di serî de destxweşiya TAJÊ dikin. Perwerdeya me di 10’ê Sibatê de dest pê kir û wê 10 rojan berdewam bike. Her ku em beşdarî van perwerdeyan dibin zanista me zêdetir dibe. Carna ez dibêjin ger ev zanist li cem me heba belkî evqas keçên me di fermanê de tûne nebûbana. Heta me dikaribû rê li fermana jî bigirin. Lê em niha şîyar bûne û ji bo siberojên aram em dixwazin xwe zane bikin. Di perwerdeyê mirov hînî gelek tiştî dibin. Em bang li tevahî jinan dikin ku beşdarî perwerdeyê bibin.”

Nahîde Xelî ya ji Gundê Zoravayê jî qala kêyfxweşîya xwe ya ji bo perwerdeyê kir û wiha bi lêv kir: “Cara yekem e ku ez hatime perwerdeya bîrdozî. Ez vê perwerdeyê ji bo xwe pir bi feyde dibînim û xwe pir bi şans dibînim ji ber li vir mirov fêrî gelek tiştan dibin. Em fêrî paşeroj û avakirina pêşeroja xwe dibin. Em daxwaz dikin ku tevahî hevalên me yên jin jî beşdar bibin.”

Show More
Back to top button