Şandeya Şengalê ji Qendîlê bang kir: Gerîla em parastin, em jî niha destek didin

'Şandeyek ji Şengalê serdana herêma Qendîlê kir û peyama “Gerîlayên azadiyê em parastin, em jî niha dijî dagirkeriyê desteka xwe ji bo gerîlayan diyar dikin'

https://www.youtube.com/watch?v=7XXbemsOYjU

 

Şandeya Şengalê ku ji rêveber û endamên Rêveberiya Xweser a Şengalê, sazî û dezgehên wê pêk tê, duh di saetên ber êvarê ve serdana Qendîlê kir. Şandeyê destpêkê serdana Şaredariya Qendîlê kir.

Endamê şandeyê ji aliyê hevserokên şaredariya Qendîle ve hatin pêşwazîkirin û li ser rewşa giştî gotubêj hatin kirin.

Piştî şaredariyê şandeyê serdana Goristana Şehîd Mehmed Karasungur kirin û li vir daxuyaniyek da çapemeniyê.

Endamê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Azad Hisên li ser navê şandeyê axivî. Azad Hisên bibîr xist ku gerîlayên HPG/YJA Star piştgiriya gelê Şengalê kiriye û ew ji komkujiyê parastine, lewma ew jî niha bi armanca destekdayîna gerîlayên azadiyê hatine vir.

Azad Hisên got: “Em naxwazin şerê Kurd bi Kurd çêbibe û pêwîste her kes ji bo yekîtiyê kar bike. Tirkiye ji demên dîrokî ve dijminê herî mezin ê Êzidiyan e, dijminê mezin li herêmê ye, lewma divê em hemû bi yekrêzî dijî dagirkeriya Tirk bisekinin.”

Azad Hisên bang li partiyên Kurd kir ku ji bo yekîtiyê kar bikin û ji hikûmeta Iraqê jî xwest ku dijî êrîşan helwestekê nîşan bide.

Show More
Back to top button