Rêveberiya Xweser a Şengalê peyamek sersaxiyê ji bo mexdûrên şewata Mûsilê weşand

Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji ber şewata li saloneke dawetê ya navçeya Hemdaniyê ya Mûsilê peyameke sersaxiyê weşand û hevxemiya xwe bi gelê Mûsilê re nîşanda û şîfaya xêrê ji hemû birîndaran re xwest.

Şevê din li salonek dawetê ya navçeya Hemdaniyê ya parêzgeha Mûsilê şewatek derket. Di encamê de zêdetirî 100 kesan jiyana xwe ji destdan û bi sedan kes jî bi giranî birîndar bûn. Ev bûyera trajîk gelê herêmê xist nava şîn û xemgîniyeke mezin. Bi boneya bûyerê, li Iraqê 3 roj şîn hatiye îlankirin.

Bi vê wesîleyê, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê peyameke sersaxiyê û şîfaya lezgîn ji bo malbatên qurbaniyan weşand.

‘Ev bûyer di asta komkujiyê de ye’

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê de ev peyam hate dayîn: “Bûyera ku li navçeya Hemdaniya Mûsilê rûda, di asta komkujiyekî de ye. Vê bûyerê em gelek xemgîn kirin, em hevxemiya xwe bi malbat û hezkiriyên qurbaniyan re parve dikin, dibêjin serê wan sax be. Şifaya xêrê ji hemû birîndaran re dixwazin.”

‘Dilê civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê şewitî’

Ev bûyera ku hîn tam nayê zanîn çawa çêbûye, di encama îhmal û xemsariyê de çêbûye, bi hêviya ku îdareya Mûsilê di demeke kurt de sedema vê bûyera giran zelal bike û hesabê wê vê bûyera mîna komkujiyê were dayîn. Ev bûyer pêkhateyên Şengalê û bi taybet jî dilê civaka Êzidî şewitandiye û em wekî Rêveberiya Xweser a Şengalê ji bo hevkariyê amade ne.’’

Rêveberiya Xweser a Şengalê di daxuyaniya xwe de diyar kir, hemû gelên Mûsilê di vê di şîn û şahiyan de li gel hev bin û peyama hevkariyê gihand xelkê Mûsilê û bi taybet jî malbatên qurbaniyan.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button