Şengal wê sibe dijî êrîşan û dagirkeriyê bimeşe, MXDŞ’ê bang kir

Li hemberî êrîşên dagirkeriyê û planên dijî Şengalê, wê sibe meşek mezin were lidarxistin. Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ev bang li tevahiya pêkhateyên Êzidî, Ereb û dostên wan kir: “Em bang li hemû civaka Êzidî, gelê Ereb û dostên Şengalê dikin ku beşdarî vê meşê bibin. Emê di vê meşê de yekîtiya xwe, tifaqa xwe, soz û baweriya xwe car din nîşanî dost û dijminan bidin. Bila sibe tu kes li malên xwe nemînin, ji bo bîranîna şehîdan û soza tolhildana wan tevlî meşa girseyî bibin.”

Meşa ji aliyê MXDŞ’ê ve te organîzekirin, wê sibe (21 Tebax 2021) saet di 15.00’an de li pêşiya Medreseya Sor a li navenda Şengalê destpê bike. MXDŞ’ê têkildarî mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û banga tevlîbûna meşê li tevahiya pêkhateyên Şengalê kir.

Daxuyanî û banga MXDŞ’ê wiha ye:

“Wekî tê zanîn 16’ê Tebaxê li navenda Şengalê êrîşeke bêbext li hemberî fermandarê YBŞ’ê Seîd Hesen pêk hat û di encamê de ew û şervanê YBŞ’ê Îsa Xwedêda şehîd ketin. Di ser de 17’ê Tebaxê vê carê jî Nexweşxaneya Sikeniyê bû armanca êrîşên hovane yên dewleta Tirk û 8 kes şehîd ketin, 4 kes jî birîndar bûn. Me roja destpêkê jî gotibû; planên fermanên nû li ser serê Êzidiyan digerînin. Dixwazin bi gef, kuştin û komkujiyan îradeya civaka Êzidî teslîm bigirin. Dibêjin ku ewê Peymana 9’ê Cotmehê bi komkujiyan pêk bînin. Ev komkujî her çiqas bi destê dewleta tirk a dagirker hate kirin jî, hevkarî û şîrikatiya PDK’ê, hikumeta Iraqê, NY û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê heye.

Em jî li hemberî van êrîş û gefan dibêjin ku çi dibe bila bibe em serê natewînin. Ji bo ku em hêrs û helwesta xwe li hemberî hemû dijminên Êzdiyatiyê nîşan bidin, ji bo ku van êrîşên hovane yên li ber çavê mirovahiyê şermezar bikin, ji bo ku em soza Şengala Xweser û Azad car din bidin hemû şehîdên xwe, em sibe meşeke girseyî lidardixin.

Meşa girseyî sibe, 21’ê Tebaxê, saet di 15:00’an de li navenda Şengalê tê lidarxistin. Em bang li hemû civaka Êzidî, gelê Ereb û dostên Şengalê dikin ku beşdarî vê meşê bibin. Emê di vê meşê de yekîtiya xwe, tifaqa xwe, soz û baweriya xwe car din nîşanî dost û dijminan bidin. Em bang li herkesî dikin ku sibe tu kes li malên xwe nemîne, herkes ji bo bîranîna şehîdan û soza tolhildana wan tevlî meşa girseyî bibe.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button