Li Şengalê bi şanoyê banga edaletê kirin 

Li Nehiya Sinûnê ya Şengalê bi boneya 8’emîn salvegera fermana 3’yê Tebaxê, şanoyek hate nîşandan. Bi şanoyê ji bo Êzidiyan banga edaletê kirin.

Di 3’yê Tebaxa 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin û komkujiyek mezin pêkanîn, bi ser fermanê re 8 sal derbas bûn. Bi boneya salvegera fermanê li Şengalê çalakiyên cûr be cûr tên lidarxistin.

Di vê çarçoveyê de duh bi şev li nehiya Sinûnê ya Şengalê, ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Şengalê ve, li dewreya Mam Zekî şanoyek hate nîşandan. li heman cihî wêneyên fermanê hatin nîşandan.

Li wir şanoyek li ser komkujî û fermana bi ser Êzidiya de hatî, hate nîşandan. Di şanoyê de mijar ne edaletiya Iraq û qada navnetewî ya hemberî Êzidiyan bû. Herwiha rola hêzên Parastina Şengalê YBŞ-YJŞ’ê hate nîşandan. Bi şanoyê banga edaletê ji bo Êzidiyan hate kirin. Şano rastî eleqeyek mezin ya xelkê hat.

Piştî wê li heman cihî sînevîzyonek li ser rastiya fermanê û berxwedanê hate nîşandan. Tevî rêveberên Sinunê, berpirsên leşkerî ên Asayîşa Êzidxan û Artêşa Iraqê, ji herêmê bi dehan kes tevlî çalakiyê bûn.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button