Rêveberiya Xweser ya Şengalê: Pêwîste PKK ji lîsteya rêkxistinên qedexekirî were derxistin 

Meclisa Xweseriya Demokratîk Ya Şengalê civîna xwe ya asayî lidar xist û piştî civînê bi daxuyaniyeke nivîskî piştgirî da kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ û ev bang hate kirin: “PKK ji bo parastina mafê gelê Kurd têdikoşe û Êzidiyan ji qirkirinê rizgar kir. Divê welatên PKK’ê xistine lîsteya rêkxistinên qedexekirî lêborînê ji gelê Kurd bixwazin û ji lîsteya ‘rêxistinên terorîst’ derbixin.”

Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê civîna  xweya asayî ya du mehan îro bi beşdariya hemû endamên meclisê ku ji pêkhateyên Şengalê pêk tê, li Meclisa Gel ya Digûrê lidar xist. Civîna meclisê bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir.

Di civînê de bi giştî rewşa Şengalê û bi taybet jî hilbijartinên encûmena parêzgehên Iraqê ya 18’ê Kanûnê hate destgirtin. Pêkhateya civînê ji hemû civaka Êzidî û pêkhateyên Şengalê xwest, di hilbijartinê de dengê xwe bidin namzetên Rêveberiya Xweser ya Şengalê yên ser bi lîsteya ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’.

Rojeveke din ya girîng ya di civînê de hate destgirtin jî, ‘Pêngava Rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re Xweserî’ bû. Di civînê de biryardariya ji bo berfirehkirina kar û çalakiyên di çarçoveya pêngavê de derketin pêş.

Pêkhateya civînê gelek mijarên din yên girêdayî rojeva navxweyî ya Şengalê jî nirxandin û plansaziya ji bo kar û çalakiyên meclîsên gel hate derxistin.

Meclisa Rêveberiya Xweser ya Şengalê piştî civînê têkildarî kampanyaya derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexekirî daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya Rêveberiya Xweser ya Şengalê de hate gotin, PKK ji hemû rêxistinan zêdetir parastina mafê mirovan dike û ev bangawazî hate kirin: “Pêwîste RêberApo  ku di heman demê de Rêberê PKK’ê ye were azadkirin û qedexeya li ser PKK’ê were rakirin.”

‘PKK ji bo Parastina Gel Dest bi Têkoşîna Çekdarî Kir’

Di dewamê de îşaret bi têkoşîna PKK’ê hate kirin û ev hate gotin: “Dema ku PKK derket, ne tevgereke çekdarî bû û dixwest bi awayeke siyasî pirsgirêka Kurd çareser bike. Lê hovîtiya li zîndanan PKK’ê neçar kir ku ji bo parastina gel dest bi têkoşîna çekdarî bike.”

‘PKK’ê Em ji Fermanê Rizgar Kirîn’

Rêveberiya Xweser ya Şengalê di dewama daxuyaniyê de balkêşa ser neheqiya dewletên Ewropa ya li beramber PKK’ê û wiha hate gotin: “Dewletên Ewropa kuştina Olof Palme avêtin ser PKK’ê, lê piştre derket ku peywendiya xwe bi PKK’ê re nîne. Diviya ev welatên Yekîtiya Ewropayê lêborîna xwe ji PKK’ê û gelê Kurd bixwesta û PKK ji lîsteya rêxistinên qedexe derbixista. Ancax vê erka xwe bicîh ne anîn. Îro çalakiyên bi vê daxwazê careke din destpê kirin. Em jî weke gele Şengalê piştgiriya vê hemleyê dikin, ji ber em bûne şahidê fedekariya PKK’ê ji bo gelê xwe. Dema Iraq û PDK pêşî li DAIŞ’ê negirtin û berovajiyê wê rê li ber wan vekirin. PKK ji rêyeke dûr bi hawara civaka me ve hat û ew ji qirkirinê rizgar kir.”

‘Divê PKK ji Lîsteya Rêxistinên Qedexekirî Were Derxistin’

Di dawiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “PKK’ê ji bo parastin û  azadiya gelê xwe hatiye avakirin. Em jî piştgiriyê didin yên vê hemleya hatiye destpêkirin, dikin. Her wiha piştgiriya azadiya Rêber Apo û derxistina PKK’ê ji lîsteya rêxistinên qedexe û ‘terorîst’ dikin.”

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button