‘Serkeftina lîsteya ‘Yekîtiya Gelên Nînovayê’ wê planên dijî Şengalê têk bibe’

Namzetê YNK’ê yê ji lîsteya tifaqa ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ dikeve hilbijartinên parêzgeha Mûsilê Derwêş Pîso, diyar kir eger lîsteya hevpeymaniya ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ bi awayeke bihêz bikevin Encûmena Parêzgeha Mûsilê, dê rê li ber pîlanên derve yên dijî Şengalê jî bigirin û got: ‘Ji dema Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê avabûye heya niha, gelek gavên erênî hatine avêtin.’

Iraq wê 18’yê Kanûnê biçe hilbijartina Encûmenên Parêzgehan.Du parêzgehên di van hilbijartinan de herî zêde krîtîk û lîstikên siyasî li ser hene jî parêzgeha Kerkûk û Mûsile. Ji ber gelek netewe û baweriyên cûda li van du parêzgehan hene, lewra timî dibe cihê rekabeta hêzên derve û yên siyasî yên Iraqê. PDK, Eniya Tirkmen û Sûne li van herdu parêzgehan timî di nava tifaqên veşartî de ne. Li dijî kûrkirina nakokiyên qewmî û olî, hinek hêzên siyasî yên li parêzgeha Mûsilê û Şengalê jî wê bi yek lîsteyê ya bi navê, ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ tevlî hilbijartinê dibin. Namzetên YNK’ê yê Şengalê Derwêş Pîso têkildarî girîngiya hevpeymaniya wan ya di hilbijartinê de ji ajansa me re axivî û bangên girîng li civaka Êzidî û pêkhateyên din yên Şengalê kir.

Derwêş Pîso Elî di destpêka axaftina xwede îşaret bi girîngiya vegera koçberên Êzidî ji bo Şengalê kir û got: ‘9 sale pêşî li vegera xelkê me tê girtiin. Dema xelkê me dixwazin vegerin jî bi êrîşên li ser Şengalê hewl didin pêşî li wan bigirin. Beşdariya xelkê me di hilbijartinê de girîinge, eger nûnerên xelkê me di hilbijartinê de serbikevin, ewê karibin rê li ber pîlanên derve jî bigirin.’

‘Tîfaqa hêz û pêkhateyên Şengalê rê li ber hincetan girt’

Derwêş Pîso di dewama axaftina xwede balkêşa ser girîngiya tifaqa Hêz û Pêkhateyên Şengalê jî û wiha dirêje bi axaftina xwe da: ‘Berê ji ber hêzên siyasî yên Şengalê parçebûn û herkes ji aliyê xwe ve hevdîtin li gel Bexda dikirin. Lê niha Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê ava bûye, pêşî li gelek bahaneyan girtiye. Ji dema ev kordînasyon hatiye avakirin heya niha, gelek gavên erênî jî hatiye avêtin. Bi taybet gelek hevdîtinên bi navê kordînasyonê li gel rayedarên Iraqê hatin kirin, encamgirbûn. Ji ber encamgirbû, me jî xwest em di hilbijartinê de jî bihevre beşdar bibin. Ev hevpeymaniya hilbijartinê ji saya Kordînasyona Hêz û Pêkhateyên Şengalê çêbûye.’

‘Projeyên me yên gelek baş ji bo veger û avakirina Şengalê heye’

Di dewama axaftina xwede Derwêş Pîso Elî dazanîn, hevpeymaniya wan a hilbijartinê ji bo Şengalê xwedî gelek projeyên berfirehin û got: ‘9 sale gelê me di kampande ne û rê nadin vegerin ser axa xwe. Van rojên borî, gelê me bixwe biryara vegerê dan, lê mixabin ji bo rê li ber vegerê bigirin, êr^İş kirin û du şervanên YBŞ’ê şehîd xistin. Em ji gelê xwere bi dilniyayî dibêjin, îradeya gelê me ji hemû êriş, tank û topan bihêztire. Çi dibe bila bibe wê xelkê me vegere ser axa we û wê nûnerên rastîn ên xelkê me serbikevin.’

‘Eger hevpeymanî serkeve wê pêşî li planan dijî Şengalê jî were girtin’

Derwêş Pîso Elî di dawiya axaftina xwede bang li xelkê Şengalê kir, bihêz beşdarê hilbijartinê bibe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: ‘Eger hevpeymaniya ‘Yekîtiya gelên Neynowayê’ di hilbijartinê de serbikeve, emê karibin di encûmena parêzgehê de bibin xwedî hêz û pêşî li planên dijî Şengalê bigirin. Her wiha emê bikarin di warê xizmetgûzarî de jî Şengalê jî ava bikin.’

Hêjayî bibîrxistinêye ku 4 namzetên Rêveberiya Xweser ya Şengalê û PADÊ jî bi lîsteya hevpeymaniya ‘Yekîtiya Gelên Neynowayê’ tevlî hilbijartinê dibin.

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button