Kongreya 4’emîn a mîsogerkirina xweseriya Şengalê destpê kir  

4’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ku dê du rojan berdewam bike bi dirûşmeya “Rêveberiya Xweser Pira Gihandina Azadiyê Ye” destpêkir. Nûnerên pêkhateyên Ereb, Şîe û Mesihiyên Şengalê jî beşdarê kongreyê bûne

Ev demekî ye ku amadekariyên 4’emîn Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) dihate kirin. Beriya kongreya giştî, li hemû meclîsên gundan di çarçoveya amadekariyên kongreyê de civîn hatin lidarxistin û delegeyên kongreyê hatin hilbijartin. Di encama van civînan de 250 delegeyên ku hatine hilbijartin beşdarî kongreya giştî bûn. Ji oldar û rûspîyan heya hunermend û rojnamevanan, ji tevgera jin û ciwanan heya karker û kedkaran hemû beşên civakê beşdarî kongreyê bûne. Her wiha 50 mêvanên ji derdorên cûda yên civakî jî beşdarî kongreyê bûne. Di nav mêvanan de, Êzidiyên ku ji Ewropa û Rûsyayê hatine jî hene.

Mîsogerkirina Xweseriya Şengalê

Yekemîn kongreya MXDŞ’ê piştî fermana 2014’an hatibû lidarxistin û wekî bersiva civaka Êzidî ya li hemberî fermanê bû. Ji kongreya avakar heya niha her kongre bi armanc û hedefeke pêk hat. Armanca sereke ya 4’emîn Kongreya MXDŞ’ê jî berfirehkirin û xurtkirina meclîsa gel û mîsogerkirina Xweseriya Şengalê ye. Hate gotin ku lidarxistina Kongreya 4’emîn di salvegera fermanê de di heman demê de ji bo bîranîna hemû şehîdên fermanê ye.

Ereb, Mesîhî û Şîa jî dibin endamê Meclîsê

Ji kongreyên demborî cûdatir, di vê kongreyê de cara yekem e ku Mesîhî, Şîa û Ereb jî hem wekî mêvan hem jî wekî delege beşdarî kongreyê bûne. Ev jî gaveke girîng û dîrokî ye ku hemû pêkhateyên herêmê beşdarî kongreyê dibin. Bi vî rengî Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji bo çareserkirina hemû pirsgirkêkên Iraqê dibe modeleke xurt.

Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir û bi axaftina vekirinê ya hevserokên Desteya Rêvebir a Şengalê Riham Hico û Qasim Xelef Ebdulla berdewam dike.

 ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button