Êzidiyên Helebê Mam Zekî Şengalî bi bîr anî

Êzidiyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Mam Zekî Şengalî di savegera şehadeta wî ya 3'yemîn de bi bîr anî.

Mala Êzidiyan a taxa Şêmeqsûd a Helebê bi daxuyaniyekê endamê Koordînasyona Civaka Êzidî Îsamîl Ozden (Mam Zekî Şengalî), di savegera şehadeta wî ya 3’yemîn de bi bîr anî. Mam Zekî Şengalê 15’ê Tebaxa 2018’an di êrişeke hawayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bû.

Endamên Mala Êzidiyan a Helebê û bi dehan endamên saziyên taxê li hola civînan a beşê rojavayê taxê kom bûn.

Beriya xwendina daxuyaniyê sinvîzyoneke li ser komkujiya ku çeteyên DAIŞ’ê li Şengalê pêk anîbûn, çawa ku çekdarên PDK’ê ji Şengalê vekişiya û êzidî bêparastin hiştin, hate pêşandan.

Hevseroka Mala Êzidiyan a Helebê Yildiz Marok daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de, roja şehadeta Zekî Şengalî bi rojek xemgîn hat wesifkirin û hate gotin: “Şehîdxistna Mam Zekî Şengalê êrişa li dijî her êzidiyeke bi rûmet e.”

Di daxuyaniyê de, têkoşîna Zekî Şengalî bi têkoşînek efsenayî  hat binavkirin û hate gotin :”Têkoşer Zekî Şengalî li dijî êriş û texrîbkirina pîrozbahiyên civaka Êzidî têkoşiye.”

Daxuyaniyê şehîd Zerdeşt Şengalî jî hate bi bîranîn û hate gotin:” Dewleta Tirk endamên navdar ên Koordîneya Civaka Êzidî dike armanc, ev dide nîşandan ku şaristaniya êzidiyan di xeteriya dewleta Tirk û alîgirên wê DAIŞ’ê de ye.”

Di dawiya daxuyaniyê hate gotin, divê gelê Kurd li hemberî faşîstan yekitiya xwe ava bikin û têbikoşe.

ANF

Show More
Back to top button