“Em ê tu carî tiştên anîn serê jinan ji bîr nekin”

Di êrîşa li ser Şengalê de wekî bi hezaran jinan; Suham bi dapîra xwe re ketibû destên DAIŞ’ê û her awayê zilm û hovîtiyê dîtibû. Suham niha bi dikana ku bavê wê jê re vekiriye hewl dide xwe li jiyanê bigre. Suham, bi dilê xwe yê zarok ê di rojekê de ji nişkave rastî zulma DAIŞ’ê hat û bû sedema êşên mezin, bi hêrs û nifrîn dibêje: 'Ez ê tu carî tiştên ku DAIŞ’ê li min û jinên Êzidî kir ji bîr nekim'

Şengal – Çiya û deştên Şengalê ji dîrokê heta îro şahidiya 39 fermanan kirine. Li Bakur, Rojhilat û Başûr, 74 caran fermana Êzidiyan rakirine. 39 ji wan fermanan li Şengalê çêbûne. Bi fermanên li ser axas pîroz a Êzidiyan Şengalê, bi qasî ku hatine qeydkirin 35 hezar Êzidî, 7 hezar ji wan jin ketine destên DAIŞ’ê. Di nava 7 salan de nêzî çar hezar jin, ciwan û zarokên Êzidî, hatine rizgarkirin. Ji sê hezarî zêdetir ji wan jî aqubeta wan nayê zanîn.

Kolan ketin bêdengiya mirinê 

Di sibeheke kelegerma havînê de dema ku gelê Şengalê ji xewê şiyar bûn, bihîstin ku DAIŞ’ê ji êvarê ve êrîşê Siba Şêx Xidir, Gir Zerek, Koço, Solag û hemû gundên derdora Şengalê kiriye. Her kesê behsa tiştên qiwimî dikir. Kolan ketibûn bêdengiya mirinê. Dengê qîrînê carna bedengiyê derbas dikiri. Mirov nizanibûn çi bikin, carê bi aliyekî ve diçûn û dihatin. Bi telefonê bûyerên li gund û bajarokan qewibûmûn ji hev re radigihandin. Hinek ji wan behsa rizgarbûna canê xwe dikirin, hinekan jî behsa xwespartina çiyayan dikirin. Kesên ku ketibûn destên DAIŞ’ê jî bi telefonan bi dingê nizm digotin ku dîl hatine girtin. Behsa kesên li ber çavên wan hetibûn qetilkirin, nefesa wan a dawî dikirin. Ji dengê wan diyar dibû ku ew bi xwe jî bi tirs û xof li benda aqubeteke wisa ne.

Di her fermanê de destpêkê jin hatin hedefgirtin

Êzidî ji bo ya dawî dibêjin fermana herî mezin lê di dîrokê de du fermanên wekî vê hene. Di wan fermanan de bi hezaran jinên Êzidî hatine revandin, qetilkirin û firotin, ji bo padişahên Osmanî wekî cariye hatine pêşkêşkirin. Di her fermanê de destpêkê derba mezin li jinan dane. Keziyên jinan li vê axê veguherîne goristanan. Li Şengalê kêlên gorên ku bi keziyên henekirî yên keçên êzidî hatine xemilandin hene. Li şiveriyên ku ji çiya ber bi deştan ve diçin, dengê qîrîn û hawara jinan heye. Qîrîn, fîxan û hawar bi tilîliyan re dibin yek û dikin di ser Şengalê de dikin wîzîn. Jinên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatin revandin, kevirên goran ên li Şengalê çêkiribûn didan ber singê xwe. Her jina ku hatibû revandin, bedena xwe ji ruhê xwe vediqetand, vediguherî kêla gorekê, kevirên goran ên berhev kiribûn, ji Telaferê, heta Reqayê, ji Tebqa heta gelek riyên ku navê wan nizanin, datanîn devê riyên jê derbas bûne ji bîr nekin.

Xwespartina hembêza Çilmêranê

Şengalê wê roja havînê, serê sibehê di navbera saet 8-9’an de dengê lingên mirovan tu carî ji bîr nekir. Wê sibehê her kesê berê xwe da çiyayan. Êzidiyên li Şengalê, fam kirin ku bûyerên li derdora Şengalê diqewimin fermaneke nû ye. Pêşî bi dengê nizm gotin ferman e. Dûre her ku çû dengê wan bilind bû, her kesê bi qîrîn û hawar got; “Ferman e, ferman e, birevin çiyayan.” DAIŞ cih bi cih li her derê belav bû. Di serî de Şengal, Til Benat, Til Qesab, Koço, Dumiz, gihîştibûn her aliyê. Her kesê berê xwe dabû çiyayan, Çilmêranê. Riya tenê ya seyareyan a diçû Çilmêranê bi fetlonek bû. Heta Çilmêranê, diviyabû 98 riyên bi fetlonek derbas bikiranan. Her fetlonek dihat wateya bêhngirtina bi zorê, beza bêdawî û di dawiyê de xweavêtina hembêza Çilmêranê bû.

 Kesên ku Qendîlê derbas nekirin hatin girtin

Hejmarek zêde şêniyên Şengalê berê xwe dabûn çiyayan. DAIŞ dema ku ketibû Şengalê rasterast berê xwe dabû çiyayan. Kesên ku ji dûr ve dîtin DAIŞ li pey wan e, ji rê derdiketin û berê xwe didan çiyayan. Kesên ku seyareyên wan hebûn, dikaribûn xwe xilas bikirina, ên bi peyatî diçûn lez dikirin. 12 şervanên PKK’ê bi destpêkirina qetlîamê re, bi lez û bez berê xwe dabûn jora fetlonekan û çekên giran li wir bi cih kiribûn, nehiştibûn DAIŞ hilkişe çiyayan. Pêşî girtibûn loma DAIŞ nikaribû ji Qendîla Şengalê derbas bibe û bigihîje mirovên ku di wan fetlonekan de berê xwe dabûn çiyayan. Ji bo Êzidiyên ku ber bi çiyayan ve hildikşiyan bûbûn sîper. Pêşiya kesên ku negihîştibûn fetlonekên çiya û Qendîlê derbas nekiribûn, ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû birîn û yek bi yek dîl hatibûn girtin û revandin. Kesên di nava Şengalê de jî mabûn, piştê demek ji aliyê çeteyan ve hatibûn dîtin û dûre wan biribûn navenda polîsan, jin, mêr, extiyar û zarokan ji hev veqetandibûn. Keçên ciwan û jinan hemû biribûn mekteba sor, ên mayî jê sê roj li navenda polîsan girtibûn.

Suham û dapîra xwe jî ketibûn destên DAIŞ’ê 

Wê sibehê, Suham Şahîn û dapîra xwe li mala xwe bûbûn şahidên tiştên li Şengalê diqewimîn. Piştî demek ji bangî wan kiribûn gotibûn ji bo rizgarbûnê ji mala xwe derbikevin. Dapîra Suhamê nexweşa şekir bû, nikaribû bimeşe. Suham ketibû milê dapîra xwe û bi hev re ji malê derketibûn, berê xwe dabûn çiyayan. Heta ku ji malê derketibûn, dîtibûn ku kolanên Şengalê vala ne! Li kolanê tenê ew hebûn. Ji derdorê dengê qîrîn û fîxanê bilind dibû. Xofeke kûr xwe li her derê girtibû. Ji dengê qîrîn û hawarê xof bi Suham Şahîn û dapîra wê girtibû, dapîra wê gotibû “Em vegerin mala xwe ev der bi ewlehî nîn in” û careke din berê xwe dabûn mala xwe. Beriya bigihîjin malê, bi carekê dora wan hatibû girtin. Destpêkê fam nekiribûn kî ne û çi ne. Piştî ku çeteyan kiribûn qîreqîr, wan bi zorê xistibûn seyareyan, fam kiribûn ku li Şengalê ferman rabûye. Suham, destê xwe yê ku dilerizî xistibû nava destên dapîra xwe. Rondikên çavên wê, diniqutîn ser fîstanê spî yê dapîra wê. Suham û dapîra xwe di rêwîtiya ber bi tunebûnê ve, piştî ku sê rojên li Şengalê biribûn Telaferê.

“Piştî fermanê cara yekê ye têm mala xwe”

Em hatin cihê ku Suham û malbata xwe lê dimînin. Dema behsa cihê wan ê berê tê kirin, em ji dayika Suham Vahîde dixwazin ku me bibe mala wan a ji aliyê DAIŞ’ê ve hatiye şewitandin. Piştî rêwiya bi seyareyê ya deh deqeyan em digihîjin mala ku Suham lê hatiye dinyayê û mezin bûye. Em çawa digihîjin wir, dayika wê bi dengê bilind dibêje “hawar oy hawar” û bi bazdan ber bi mala xwe ve diçe. Demên borî wekî bîranîneke bi êş tên pêş çavên wê. Xwe dispêre dîwarên şewitî yên mala xwe, bi rondikên ji çavên wê tên xwarê, çend deqe bêdeng li dûr dinêre. Ji me re dibêje: “Piştî fermanê ez hê nû têm mala xwe. Em li vir bextewar bûn. Hemû zarokên min li vir hatin dinyayê, ev der hêlîna min bû, mala ku zarokên min lê mezin bûn, cihê xeyalên min ên ji bo wan bû. Çeteyan mala min şewitandin, keça min, Suhama min ji min veqetandin. Cîranên min sunî, şiî û Kurd bûn. Têkiliyên me yên cîrantiyê bi wan re baş bûn lê dema ku DAIŞ’ê êrîşê Şengalê kir, malbatên li taxa me bi taybetî yên sunî, êrîşê me kirin. Me bi zorê canê xwe xilas kir. Destpêkê, cîranên me îxanet li me kirin. Her tişt pir giran bû.”

Suham li dayika xwe guhdar dike. Bêdeng diçe û tê. Dema ku dayika wê behsa mala xwe dike, çavên me li ser Suhamê ne. Li her quncika malê digere û bîranînên wê zindî dibin. Herî dawî dema heşt salî bûye mala xwe dîtiye. Dema ku porê xwe yê ba lê dide berhev dike, destên wê dilerizin, ew maye ku bigrî.

Tevî ku biçûk bû jî kodên fermanê fam kiribû

Em diçin ber serê Suhamê. Rûyê wê esmer, bi ken e lê çavên wê mest in. Dema ku me li nêzî xwe dibîne heyecan wê digre, ji ber vê her dem hewl dide porê xwe yê ku dikeve ser rûyê wê berhev bike. Çavên wê bi rondik in. Dema ku me nû wê dît çavên wê timî şil bûn. Keçeke şermok û di nava xwe de ye. Em jê dipirsin dibêjin dikarî ji me re behsa tiştên hatine serê te bikî. Em dibêjin “Mala te tê bîra te.” Dema ku em çavên bi rondikan tijebûyî dibînin, dubare napirsin û bêdeng dimînin. Bi lêvên xwe  yên ku dilerizin dibêje “belê.” Bêdeng berê xwe dide xirabeyan û rondikan ji bo demên borî dibarîne. Mijangên wê şil dibin. Ji me desmalek dixwaze. Ji ber girînê zêdetir şerm dike. Em jî ji ber tiştên ku jiyaye şerm dikin! Serê xwe ditewîne, tiliyên xwe di hev re derbas dike, rondikên wê bi ser xirabeyan ve dibarin, çend kêlî wisa dimîne. Tiştên ku hatinê serê wê yek bi yek tên ber çavên wê. Dûre bi dengê nizm dest bi axaftinê dike. Dengê wê nayê me, wekî ku naxwaze em dengê wê bibihîsin. Em naxwazin zoarê lê bikin û navber didinê. Em hewl didin, wê ji tiştên ku wê biêşînin, bibin demên borî û zorê lê bikin dûr bigrin.

Divê her jina Êzidî tişyên hatine serê wê bibêje

Ji niyeta ku em piştî çend rojan careke din Suham û dayika wê bibînin em xatirê xwe dixwazin. Suham ji serê me dernakeve. Her çendî em bê sebir dixwazin pê re sohbet bikin jî heta ku ew xwe amade hîs neke em li bendê disekinin. Em naxwazin bi tu awayî zorê bidinê û wê biêşînin lewre em heta dikarin hesas nêzî wê dibin. Di wê temenê biçûk de êş û trajediyên mezin dîtiye.

Piştî çend rojan em berê xwe didin Şengalê. Suham li pêşiya dikana solan e, me pir ji dil pêşwazî dike. Ji me re dibêje ku du rojan nexweş bûye loma li me negeriyaye. Ji bo me başiya wê ji her tiştî girîngtir e. Em dest bi sohbeta xwe dikin. Suham vê carê rehet û amade ye tevî şermokiya xwe jî dixwaze biaxive. Em jê re dibêjin “Divê her jina Êzidî tiştên di fermanê de hat serê wê ji hemû cîhanê re bibêje û divê tu jî bibêjî. Divê tu bibêjî tiştên ku ez ji hemû cîhanê re ragihînim hene. Divê tu bikaribî bibêjî kor û ker nebin li hemberî tiştên hatin serê me.”

“Bi porê jinan digirtin û wan dibirin”

Suham wiha dest pê dike: “Ez Suham 15 salî me. Dapîra min nexweş bû, nikaribû derketa çiyayan û min jî nexwest ez wê bi tenê bihêlim, li cem wê mam. Dema ku em ji kolanê vedigeriyan mala xwe seyareya çeteyên DAIŞ’ê li pêşiya me sekinî. Min û dapîra min bi zorê xistin navê. Ez wê demê 8 salî bûm, pir tirsiyam. Rihê wan dirêj bû, ebayên kurt li wan bûn, pir bi xof bûn. Ez biçûk bûm û min hê nû kesên wisa didîtin. Pir xirab nêzî me dibûn. Me birin Telaferê, her dem dem cihê me digorandin. Em çendek li Bahdoşê man, dûre me birin Koçoyê. Em li wir sê meh man. Li ba me gelek jin û zarokên Êzidî hebûn. Çeteyên DAIŞ’ê her carê dihatin bi porê jinek digirtin û wê dibirin, dûre tecawizê wan dikirin. Ez li ba dapîra xwe bûm. Navê wê xistibûn lîsteya kesên bihatina berdan. Navê min jî di wê lîsteyê de hebû. Dûre extiyaran berdan, dapîra min jî di navbera wan de bû. Min jî xwest ez pê re biçim lê çeteyan destûr nedan û me ji wan veqetandin. Dapîra min berdan lê min hiştin. Ez pir giriyam. Xizmên me yên li wir girtî hatin min birin ba xwe.”

Tiştên jiyayî perçe perçe tên bîra wê 

Dema ku behs dike, hevok bi zorê ji devê wê derdikevin. Zor lê tê, lerz lê dikeve. Dema ku hewl dide biaxive, li dilê xwe guhdarî dike û dema ku hevok ji devê wê derdikevin, diqurtîne. Ji ber şîdeta lê hatiye kirin tiştên jiyayî perçe perçe tên bîra wê. Suham heta wê demê ji derveyî mala xwe û dapîra xwe neçûbû tu cihî. Nizane riyên dûr çi ne û cihê ku wê birinê ku der bûne. Ji ber wê navê wan deran di hişê xwe de negirtiye lê Suham tevî temenê xwe yê biçûk jî kodên fermanê baş fam kiriye.

“Pir zulum li min dikirin, li min dixistin”

Suham bi van gotinan behsa tiştên jiyayî dike: “Me li bexçeyek kom kirin. Jin û zarokên keçik bûn. Li wir me ji hev veqetandin, keçên ciwan, jin û zarokan birin cihên cuda. Min bi zarokên keç û kur re birin Telaferê. Maleke duqat bû. Li qata jêr zarokên kur, li ya jor jî em zarokên keçik diman. Çendek me li wir girtin. Mêran dibirin şer, zarokên kur jî dibirin şer. Emîrên wan her roj dihatin ji bo xwe keçek dibirin. Ên din jî dihatin dibirin. Dema dihatin keçên delal dibirin. Gelek caran li wir tecawizê keçikan dikirin. Ji ber ku her carê dihatin yekê dibirin, hejmara keçikên li wir kêm bû. Zarokên keçik ji bo xizmetê dibirin malên xwe. Ebu Elî ji ber ez biçûk bûm min wekî xizmetkar da malbateke li Mûsilê. Malbatê gelek zulum li min dikir, li min dixistin. Ji bo bibim misilman zorê li min dikirin. Ez jî wekî wan hênî xwendina Quranê bûm. Wan ji min re çi bigota min wisa dikir. Ez pir ji wan ditirsiyam. Li ba wê malbatê min du salan xizmetkarî kir.

“Temenê min mezin kiribûn”

Mêrê wê malbata ku ez li cem wan dimam mir. Kesek wê jinê nemabû, zarokên wê birçî bûn, tu tiştek tunebû bixwin. Dûre em çûn bi Iraqiyan. Gelek çeteyên DAIŞ’ê li wir hebûn, di nava wan de tenê ya Êzidî ez bûm. Em çûn mala cîraneke wan, du roj li wir man. Malbata wê jinê ji Duhokê bû Kurd bûn. Wê bi malbata xwe re têkilî danî û me birin Duhokê. Ebu Elî li Duhokê dima. Em çûn ba wî, ji min pirsî got ku ji ku yî, çend salî yî û malbata min li ku ye. Tiştên di bîra min de min jê re got. Çeteyên DAIŞ’ê temenê min mezin kiribûn. Min 15 salî nîşan dabûn. Ez jî baş temenê xwe nizanibûm. Navê min neguherandin lê navê yên din diguherandin. Wan bi xwe bi navê hev bangî hev nedikirin. Destpêkê li Koço, Telafer, Bahdoşê mam. Du salan jî li Mûsilê. Ez bi tevahî 3 sal di destên wan de mam.”

Kesên revandibûn bi pere difirotin malbatên wan

Serpêhatiya Suhamê di serê me de pirsan dihêle. Mînak; Ebu Elî ye li Duhokê dijî kî bûye? Ebû Elî yê li Mûsilê keçikan bazar dikir, emîrê DAIŞ’ê bû gelo? Jina ku Suham li balê maye, jineke Kurd e, ji Duhokê ye û li Mûsilê bi DAIŞ’ê re dimîne. Ji gotinên Suhamê diyar dibe ku jina ji Duhokê û Ebû Elî li Duhokê serbest jiyane. Ebû Elî Suhamê li ser çi da malbata wê. Wekî tê zanîn çeteyan zarok û jinên Êzidî yên direvandin piştî çendek beramberî pere didan malbatên wan. Gelo ji bo Suham jî wisa bûbû. Ew dibêje “na tiştek wisa nebû.” Em jî ji gotinên dayika wê re sadiq dimînin. Li gorî gotinên Suhamê, Ebû Elî nîvê şevê li bavê wê digere dibêje “werin keça we li vir e wê bibin.” Suham dibêje; “Dûre bavê min hat wê derê, pêşî wî nîşanê min dan, dûre xwişka min û dûre jî min dan malbata min. Min qet texmîn nedikir jê xilas bibim. Ji ber ku ez gihîştim malbata xwe pir bextewar im.”

“Min baweriya xwe di dilê xwe da veşart”

Em di navberê de berê xwe didin dayika Suhamê jê dipirsin; “Piştî sê salan Suham çawa bû, DAIŞ’ê çi pê kiribû, te ew çawa dît?” Dayika wê dibêje; “Bi telefonê li me geriyan û gotin keça we li ba me ye. Pêşî me bawer nekir lê em bi pey ketin. Rast bû em gihîştin keça xwe. Dema ku me wê dît, em şok bûn. Çareşeva reş lê kiribûn. Em çawa ji ba wan derketin, Suhamê şarşevê ji xwe derxist avêt. Bi Erebî diaxivî. Em hatin malê, ez pê re her dem bi kurmancî axivîm, ji bîr nekiribû. Min behsa ola Êzdayetiyê kir, Suham ji min re got ‘dayê min her dem baweriya xwe di dilê xwe de veşart.’ Hezar car şukur ji Xweda re keça min rizgar bû û niha li ba min e. Ez hêvî dikim hemû jin û keçên Êzidî yên di dest DAIŞ’ê de di demeke nêz de rizgar bibin.”

 “Dema dixebitim bextewar dibim”

Suham, ji me re behsa dikana ku me lê pêşwazî kiribû dike û dibêje: “Bavê min vê dikanê ji bo min saz kir, ez minetar im, pir alîkariya min dike. Tiştên hatine serê min ji bîra min dibe. Dema ku ez dixebitim xwe bextewar hîs dikim.”

Sohbeta me bi dawî dibe. Tiştên ku di fermanê de hatine serê Êzidiyan, bi taybetî jin û zarokan yek bi yek li ber çavên me derbas dibin. Gotinên ji ser zimanê Êzidiyan derdikevin çawa ku behsa trajedî û êşên mezin dikin, wisa jî hêrs û kîna wan nîşan dide û dibêjin ku ew ê rojekê hesabê van werin pirsîn. Suham jî bi hêrsa dilê xwe yê zarok dibêje; “Em ê tu carî tiştên ku DAIŞ’ê bi me û jinên Êzidî kir ji bîr nekin. Em ê her dem li ser piyan bin.” Her çiqas Suham nikaribû hemû serpêhatiya xwe ji me re vebêje jî, çîroka ku bi girînê dest bi vegotina wê kiribû, bi kenê diqedîne.

Suham û bi hezaran keçên Êzidî yên rizgarbûyî li axa Şe Şems in. Mafê wan heye ku bextewar û azad bijîn. Bi hezaran jin Êzidî yên di destên DAIŞ’ê de divê ku di demeke nêz de werin rizgarkirin. Ev yek di hêrsa Suham, jin û zarokên Êzidî hinek vemirîne. Em bi çav, dil û gotinên zarokên Êzidî û Suhamê li serpêhatiyeke din guhdarî dikin û xatirê xwe ji wan dixwazin.

JÎNHA-ROJBÎN DENÎZ-ŞENGAL

Show More
Back to top button
Peywendî deynin