Şervanên YJŞ’ê: Em xwedî hêzek mezinin, divê em xwedî li keda Rêber Apo derbikevin

Şervanên YJŞ'ê bi boneya 8'ê Adarê axivîn û gotin; "Em di hêzekê mezin de cihê xwe digirin, pêwiste hêviya me jî wekî vê hêzê mezin be. Bi vê awayî pêwiste em xwedî keda Rêbertî derbikevin."

Şervanên Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê ji ajansa me re axivîn. Şervana YJŞ’ê ya bi navê Rûheyv Şengal diyarkir ku bi hezaran jinan têkoşiyan, di heman demê de Rêber Apo vê têkoşînê mezinkir û wiha pêde çû;” Bi dehan jin di febrîqeyê de hatin şewitandin, lê li hemberî vê têkoşîna jinê hîn berdawam dike. Ev ji bo me wekî mezinahiyekê ye. Li ser vê bingehê tevgera jinê jî mezintir dibe. Ji dîrokê em bigirin heya roja me ya îro her diçe têkoşîna jinê mezintir dibe. Rêbertî jin ji dethilatdariyê rizgar kir û pewîstî bi azadîya jinê dît. Pewîste em jî wekî jin jîbir nekin yê ku êşa jinê û dîroka hatî jiyan kirin ji bîr bike, îxanete, pewîste em vê nasbikin û Rêbertî em anîne vê astê.”

Şervana YJŞ’ê Rûheyv Şengal wiha berdewam kir; “Hêviya me ewe ku her ciwanek tevlî têkoşînê bibe, bi taybet wekî ciwanên Şengalê pewiste bi coş û moralekê mezin tevlî têkoşînê bibin. Ji bo vê pêwîste ciwan asta tekoşîna xwe ya li hemberê dijmin xûrttir bikin û serkeftinên wisa ji dest nede.”

‘Em jî bi derketina fikrê Rêbertî re, xwe perwerde dikin’

Şervana YJŞ’ê Sara Şengalî jî hestên xwe li ser 8’ê Adarê wiha anî ser ziman; “Di serî de em vê rojê li dayîkan pîroz dikin. Ji ber ku jinan di 8’ê Adarê de berxwedaniyên bê hempa dane meşandin. Jin, ji bo mafê xwe bi dest bixînin dest bi têkoşîne kirine. Em jî bi derketina fikrê Rêbertî re, xwe perwerde dikin, jinên cîhanê û di nava civakê de mafê xwe dixwazin. Di roja 8’ê Adarê de pewîste hemû dayîkên me xwedî li mafê xwe derkevin û li hemberî dijmin têbikoşin.”

Ji Şervana YJŞ’ê Zîlan Rizgar jî kelecana xwe wiha ji jinên cîhanê re parve kir; “Roja 8’ê Adarê roja me ya herî pîroze, ev roj bi keda jin hatiye afirandin. Zihnîyeta zilam nehişt ku jin li keda xwe xwedî derkeve, her tim ji milê desthilatdaran ve keda jin hatiye xwarin. Ji bo vê em di roja me ya îro dibînin ku hezaran jin li ser fikir û ramanê Rêbertî ve têkoşîna xwe dimeşînin. Dema jin ne di ferqa hebûna xwe de be, nikare azadiya xwe bi dest bixîne.

‘Em di hêzek mezin de cihê xwe digirin, pêwiste hêviya me jî wekî vê hêzê mezin be’

Şervana YJŞ’ê Zîlan Rizgar ji jinên cihanê bi taybet ji jinên Êzidî re wiha bangawazî kir; “Jinên ku li ser felsefeya Rêber APO xwe bi rêxistin dikin, xwe digihînin hebûna xwe û azadiya xwe bi dest dixînin. Em di hêzekê mezin de cihê xwe digirin, pêwiste hêviya me jî wekî vê hêzê mezin be. Bi vê awayî pêwiste em xwedî keda Rêbertî derbikevin.”

ROJNEWS/VIYAN GABAR

09/03/2024 Demjimêr 10:00

 

Show More
Back to top button