YBŞ: Di êrişa dewleta Tirk de şervanek me şehîd bû

Fermandariya YBŞ'ê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku duh di êrişa dewleta Tirk ya dagirker a li gundê Rezka de, şervanê wan ê bi navê Mecdel Hesen Xelef Xelîl şehîd bûye. YBŞ'ê di daxuyaniya xwe de got; "Bila dijminê qirker bizanibe bi van êrîşên tirsonek nikare gav bi me paşde bide avêtin. Wek parezvanên Şengala pîroz em ê têkoşîna xwe a mafdar berdewam bikin û yên ku hevkariya dijmin dikin hesap bixwazin"

YBŞ’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku di êrişa dewleta faşîst û qirker ya Tirk de, şervanek wan şehîd bûye.

Berfirehiya daxuyaniyê wiha ye:

“Di roja 08.03.2024’an di saetên 17:30’an de li gundê Rezka li ser hêzên me yê ku li ser erka xwe bûn ji aliyê dewleta faşîst û qirker a Tirk ve êrîşek hewayî pêk hat. Di vê êrîşê de hevreyek me gihişt şehadetê.

Di van demên dawî de dewleta faşîst a Tirk car din bi hovitiyek mezin êrîşî qada me Şengalê dike. Ev êrîşa faşîst, qirker li hemberî gelê Ezîdi ne cara yekemîne, ev êrişên dewleta Tirk, berdewama qirkirina gelê Ezîdi ye. Li hemberî mafên Ezîdiyan a xwe parastin û xwe rêvebirinê êrîş heye. Taybet di van salê dawî de dijmin yek armanca xwe heye ew jî xeyalên xwe yê dagirkirinê pêk anîn e. Li ser vê esasî hemû hêza xwe û planên xwe yên kirêt dixe meriyetê. Dewleta faşîst a Tirk di vê qadê de têkçuyîna DAIŞ’ê, destkeftiyên Xweseriya Demokratîk a Şengalê û hêzekî leşkerî a serbixwe tu carî hezim nekir û li ser vî esasî her demî bi dek û dolaban û bi hemû cureyên êrîşan hewl dide van destkeftiyan têk bibe. Taybet di van demên dawî de gelek planên wan hene û em wek hêz di ferqa vê yekê de ne. Bi vê rastiyê ve girêdayî zextên wan yê li ser hiqumeta Iraqê û hêzên heremê pir zêde bûye. Daxuyaniya waliyê Nînowa a li ser peymana 9’ê Cotmehê ji vê yekê qut nîne. Dîsa ji bo hêzên PDK di qadê de serwer bike, hiqumeta AKP-MHP dest avêtin encamên hilbijartina herêma nînowa. Taybet jî ya qada me Şengalê. Hîn jî di nav hewldana de ne ku siyaseta qirkirinê temam bikin. Ji bo wê jî tu hiquq, tu exlaq û hesasiyeta civaka me nasnakin.

Di pêvajoyek ku gelê me berê xwe daye axa xwe, li cih û warê xwe vedigere de dijminê me hewl dide aramiya heremê têk bibe û gelê me yê ku vedigere çavtirsandî bike. Taybet di rojek wisa pîroz, li 8’ê Adarê de êrîş pêk anîn manîdare. Ji pêşketina jinên Êzidî, qasî ku ne raziye heman demê de pergalekî bi pêşengtiya jin jî naxwaze. Vê rojê xwest bi êrîşa xwe ya hovane bi xwînê, roja me vegerîne roja şînê. Bêguman ev rastiya dijmin ya qirker dide berçavan.

Rêhevalê me Mecdel sala 2016’an berê xwe da nav refên YBŞ’ê û tevlî têkoşîna azadiyê bû. Hevrê Mecdel Feqîr ji eşîra Feqîran a ku li beramberî dijminê ola Êzdatiyê tu cara serî ne tewandiye ye. Heval Mecdel bi erkên ku di nav tevgera me de girtî, rol û mîsyona di ket ser milê wî û berpirsyartiyên xwe yê demê bi cih anî. Di nav jiyanê de tu carî li beramberî zehmetiyan gav paşde ne avêt û herî pêş de tevlî nav kar û xebatan bû. Hevreyê me Mecdel Feqîr herî dawî bi erka Fermandariya Tabûrê ji bo aramî û ewlehiya Şengalê di nav têkoşînê de bû û berpirsiyartiyên girîng girt ser milê xwe.

Lê belê bila dijminê qirker bizanibe bi van êrîşên tirsonek nikare gav bi me paşde bide avêtin. Wek parezvanên Şengala pîroz em ê têkoşîna xwe a mafdar berdewam bikin û yên ku hevkariya dijmin dikin hesap bixwazin. Li ser van esasan em sersaxî ji malbata hevalê xwe yê şehîd re dixwazin. Car din vê sozê didin civaka xwe ku em ê heta Xweseriya Şengalê misoger bibe têbikoşin.

Nasnameya hevreyên me yê şehîd bûyî wiha ye;

Nasnav: Mecdel Feqîr

Nav û Paşnav: Mecdel Hesen Xelef Xelîl

Dîrok û Cihê Dayîkbûnê: 1992 / Xirbatê Qewala- Tilezêr

Dîrok û cihê tevlîbûyînê: 2016/ Tilezêr

Cih û dîroka şehadetê: 09-03-2024-Gundê Sikeniyê (Reska)”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button