Li Êzdîxanê pîrozbahiya Cejna Xidir Ilyas 

Li Êzidxanê piştî 3 rojên rojiyê, Cejna Xidir Ilyas ku yek ji cejnên pîroz ên gelê Êzidî ye û 2 rojan dom dike, tê pîrozkirin.

Cejna Xidir Ilyas an jî wekî ku di nava civaka Êzidî de tê gotin Cejna Xidiliyas, yek ji cejnên pîroz ên gelê Êzidî ye.

Cejin her sal di hefteya duyemîn a meha Sibatê de li tevahiya Êzîdxanê tê pîrozkirin. Beriya cejnê roja duşem, sêşem û çarşemê rojî tê girtin.

Li gorî baweriya Êzdayetiyê rojî li ser herkesî ferz nîn e. Lê kesên ku navên wan Xidir û İlyas bin, pêwîste van hersê rojan bi rojî bin û li ser wan ferz e.

Di nava beşek civaka Êzidiyan de, di vê cejnê de heywan-sewal nayên serjêkirin. Di roja dawî ya rojiyê de, ango di êvariya cejnê de amadekariyên cejnê tên kirin. Di vê çarçoveyê de Qelandok tên qelandin û nanê miriyan li cîranan tê belavkirin.

Qelandok çawa tê çêkirin?

Qelandok ji 7 berhemên salê yên wekî, “Ceh, genim, nok, kuncî , garis û gulberoj” tê çêkirin. Welatî van berheman di êvariya cejnê de diqelînin û tevlî hev dikin. Piştî tevlîhevkirinê bi destaran berhemên xwe dihêrin û dikin ar (ard). Di encama hêrandinê de êdî navê berhema ku derdikeve holê dibe Sivîka Xidiliyas.

Beşek ji Sivîka Xidiliyas di êvara cejnê de dixin nav sêniyekê û li ber Xelatên Malê (Pîroziyên malê) datînin. Sivîka Xidiliyas heta roja cejnê li ber Xelatên Malê dimîne.

Li gorî baweriya Êzidiyan, êvariya cejnê Xidiliyas diçe serdana malên ku vê cejnê pîroz dikin. Di serdanê de Xidiliyas nîşaneya xwe di Sivîka ku li ber Xelatên Malê hatiye danîn de çêdike.

Xelatên Malê

Xelatên Malê, di her maleke Êzidî de hene û mîna Tûrik di nava malê de hatiye daliqandin. Malbat pîroziyên (Tiştên pîroz) xwe di vî turikî de diparêzin û jê re dibêjin Xelatên Malê.

Sewikên ji Siviya Xidir Iliyas

Ji bo keç û xortên Êzidî, taybetmendiyek cuda ya vê cejnê heye. Li gorî baweriya Êzidiyan, keç û xortên nezewicîne êvariya cejnê ji Siviya Xidir Iliyas sewikan çêdikin. Hemû ciwan nebin jî kesên dixwazin, sewikan çêdikin û êvariya cejnê beriya razanê dixwin. Sewik pir biçûk û zêde şor (pir bi xwê) tên çêkirin. Her ciwanek 3 sewikan dixwe û radizê. Di nava civaka Êzidiyan de tê gotin ku her ciwanekî/e (keç an jî xort) ku van sewikên şor dixwe û radizê, dema di xewna xwe de dît ku ciwaneke/î din av dide wan, wê demê ew dibin qismetên hev. Di dema pêş de jî dibin evîndarên hev û dizewicin.

Piştî 3 rojên rojiyê, pîrozbahiyên cejnê destpê dikin û 2 rojan dom dikin. Roja yekem wekî Cejna Xidir Iliyas, roja duyem jî wekî Cejna Xidir Nebî tê pîrozkirin.

Li Şengalê pîrozbahiya cejnê

Gelê li Şengalê û derdora wê jî piştî 3 rojên rojiyê, şevêdin amadekariyên xwe kirin û îro Cejna Xidiliyas pîroz dikin. Di çarçoveya cejanê de welatî serdana hev dikin û cejnê pîroz dikin. Her wiha diçin serdana cihên pîroz

ROJNEWS-İBRAHİM EZIDİ

Show More
Back to top button