‘Xwedî derketina PKK’ê ya li Şengalê xwedî derketina li tevahiya gelên Iraqê bû’ 

Welatiyên Şengalê destnîşankirin ku gerîlayên PKK wana ji fermanê rizgarkirin, PKK bi wê yekê li mirovahiyê xwedî derket û ispatkir ku ne rêxistinek ‘terorîste’. Welatiyan bang li her kesê kirin da ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Ocalan û derxistina PKK’ê ya ji lîsteya terorê têbikoşin.

Însiyatîfa Navnetewî ya Ji bo Kurdan Edalet, ji bo derxistina PKK’ê ji lîsteya ‘Rêxistinên Terorîst’ li seranserê welatên Ewropayê kampanyaya îmzeyan ku 4 milyon îmze hedef dike, ragihandibû. Kampanya bi pêşengiya 1000 rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, zanyar, hunermend, aktîvîstên sosyalîst hatibû destpêkirin û berdewam dike.

Beriya niha demekî ev kampanya bi pêşengiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê derbasê Rojhilata Navîn û Kurdistanê bûbû. Heman kampanya di 29’ê Çileya 2022’an de li Salona Xak a Silêmaniyê bi tevlibûna gelek rewşenbîr, kesayet û siyasetmedarên ji Başûrê Kurdistanê hat ragihandin. Piştgiriya ji bo kampanyayê roj bi roj zêde dibe. Welatiyên Şengalê jî xwestin demek zû de PKK ji lîsteyê were derxistin.

‘PKK bi hewara me hat’

Ji eşîra Feqîra a Êzidiyan Berekat Mirad destpêkê axivî, Berekat fermana 3 Tebaxa 2014’an bi bîr xist û got; “PKK bi hewara me ve hat û ji her kesî re îspatkir ku ne rêxistinek terorîste. Em wek civaka Êzidî  bi hemû awayî li dijî hiştina PKK’ê ya di lîsteya terorê dene û em wan wek terorist nabînin. PKK ji bo tevahiya gelên blindest û civakên ku mafê wan tê xwarin, kar dike.  Di dema fermanê de şagirtên serokatî bi hewara me hatin û em ji mirinê xilas kirin, ev yek bi tu awayî nayê jibîr kirin. Xwedî derketina PKK’ê a li Şengalê, xwedî derketina li tevahiya gelên Iraqê û Başûrê kuridistanê bû. Ev deyneke li ser hemû pêkhatyên di Iraqê de ye û gerek xwedî li PKK’ê derkevin.”

‘Ocalan Rêberê me ye’

Li ser derxistina PKK’ê ji lîsteya Terorê Mirad bang li raya giştî a cîhanê kir; “Em wek gelê Şengalê heya ku dilopek xwîn di canê mede heye, emê piştevanên PKK’ê bin û em Ocalan weke rêberê xwe dibînin. PKK ne tenê civaka êzidî, li kuderê civak rastî zilmê hatbin PKK’ê ji bo azadiya wan kar kiriye, ev karê ku PKK dike karekî miroviye û divê tevahiya gelên cîhanê ji bo azadiya Serokatî kar bikin.”

‘Em ji mirinê rizgarkirin’

Welatiyê bi navê Hecî Kulî ê ji najarokê Xanesorê jî da diyakirin ku PKK ne terorîste, yê herî zêde li mirovahiyê xwedî derketî PKK bû. Hecî got; “Me vê yekê di dema fermana Şengalê de dît, bi hawara me hatin û em ji destê çeteyan rizgarkirin. Eger PKK’e neba wê bi hezaran kes di çiyayê Şengalê de ji tîna û birsa miriban. Serokatî  bû sedem ku gelê me ji mirinê rizgar bibe, lewma dîlgirtina wî nayê qebûlkirin. Em wek Êzidî heya ku navê  Êzdîtayê li ser me ye, emê piştgrtiya Serokatî bikin.”

‘Em amadene canê xwe jî bidin’

Ciwanê ji Serdeşa Çiyayê Şengalê Cemal Şengalî  jî da diyakirin ku yê navê terorê li ser PKK’ê danî, dimijnê mirovahiyê ye û got; “Ev kampanya hatî despêkirin ji bo tevahiya galan pir giringe, em wek ciwanên Êzidî eger bi xwîna me jî be emê îmza bikin û ji bo azadiya serokatî a fizîkî em amdene canê xwe jî bidin. Bi ruhê berxwdaniya gerîla ku di dema fermanê de li Şengalê dan meşandin û me ji qirkirinê rizagarkirin, em jî yê bi wî ruhî destek bidin azadiya Rêbertî. Di dîrokê de  gelek kesan xwe wek rêber û serok dane pêş, lê yê ku kariye xizmeta tevahî mirovahiyê bike serok APO ye. Rêber APO ne tenê rêberê Gelê Kurde, ew rêberê mirovahiyê û tevahiya gelane, ji ber wê jî banga me ji tevahiya Gelê Kurd û cîhanê re li rêber APO xwedî derkevin û PKK’ê ji lîsteya terorê derxin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button