Li Şengalê amadekariyên ji bo salvegera 7’an a fermanê didome

Bi boneya 7’emîn salvegera Fermana 3’ê Tebaxê 2014’an li tevahiya Şengalê afîş hatin daliqandin û bang li tevahiya Civaka Êzidî û dostên wan hate kirin da ku li roja 3’ê Tebaxê saet 10:00’an bi dema Îraqê ji bo rihê Şehîdan 5 deqeyan rawestin û jiyanê bidin sekinandin.

Bi boneya 7. salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an li Şengalê pankart têne daleqandin. Ev xebat ji aliyê Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatiye rêxistnkirin ku li tevahî navçe û gundên Şengalê pankart tên daliqandin. Îro jî ji aliyê Meclisa Gel ya Xanesorê ve pankart hatin daliqandin. Li ser pankartan hat gotin; “Em ji gelê xwe yê Êzidî dixwazin li her deverên cihanê di roja 3’yê Tebaxê de di saet 10:00’an ta 10:05’an ji bo rêzgirtina cangoriyên fermanê rawestin.”

Hevserokê Meclisa Gel a Xanesorê Celal Meto li ser mijarê axivî û got: “Roja 3’yê Tebaxê ji bo me civaka Êzidî rojekî reşe. Pêwîste ev roja reş qet neyê ji bîrkirin. Ji bo bîranîna qurbaniyên Fermanê, roja 3’ê Tebaxê saet 10’an bi dema Îraqê li her derê banga me ewe ku tevahî gel û dostên me 5 deqan rawestin. Em  ji nehe de amadekarî dikin ji bo di nava aramiyê de salvegera fermnaê bê derbaskirin. Ji bo bersiva fermanê em bidin jî em di nava hewildana de ne ku Şengala xwe ji nûve avabikin û rê liber hemû Fermanan bigirin.”Endamê Meclisa Gel a Xanesorê Berekat Şengalî jî da diyarkirin ku ew wek civaka Êzidî Şehîdên Fermanê bibîr tînin û wan qet jibîr nakin. Berekat da zanîn ku ew dixwazin di roja ku êrîş tê de pêk hatî bi tevahiya cîhanê bidin fam kirin ku çi hatiya serê Êzidiyan. Berekat got; “Ji ber wê em bang li gelê xwe dikin roja 3’yê Tebaxê 5 deqeyan ji bo rêzgirtinê rawestin.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button