Kendal Çiya: Li Rêber Apo xwedîderketin, li xwe xwedî derketin e 

Ji Fermandariya YBŞ’ê Kendal Çiya diyar kir ku li Rêber Ocalan xwedî derketin li xwe xwedî derketine û got: “Xwedîderketina li Rêber Apo xwedî derketina li nirxên Êzdiyatiyê ye, xwedî derketina li civaka Êzidî û hebûna xwe ye.” Çiya diyar kir ku êrişên bi hinceta PKK’ê dehef civaka êzidî ye.

https://www.youtube.com/watch?v=VUEQ804MCnY

Ji Fermandariya YBŞ’ê Kendal Çiya bi boneya salvegera komploya navdewletî ya 15’ê Sibata 1999’an de li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatî ji Rojnews’ê re axivî.

Yek ji fermandarên Yêkineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Kendal Çiya silav û heskirinên xwe û gelê Şengalê bo Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan anî ziman û wiha got; “Rêber Apo bo gelê me ne tenê serokek e, ne tinê rêberek e, ne tinê hêviyek e ji bo azadiyê. Rêber Apo bi hestên xwe, bi ramanên xwe, bi fikrê xwe, bi temamî di nava bedena gelê me de jiyan dike. Me wek civaka Êzidî ev yek kengê nas kir? Piştî sala 2014’an li ser gelê me yê Êzidî li Şengalê komkujî pêkhatin, qetlîamên mezin çêbûn, êşên mezin hatin kişandin, tevgera azadiyê mûdaxadeleyî rewşa li Şengalê kir û li ser wê esasê me famkir ku planek ewqas kûr heye li ser gelê me. Bi vî awayî me famkir ku planên qirkirinê yên giran li ser me têne meşandin.”

Çiya anî ser ziman ku ew wek civaka Êzidî bi saya fikir û ramanên Rêber Ocalan ketine ferqa rastiya nasnama, dîrok û paşeroja xwe û wiha pêde çû:“Dema sala 2007’an li Siba Şêx Xidir û Til Izer çêbu me qet fam nekir, cardin ferman rabû me fam nekir, gelo çibû, çima ser me de tên. Me tinê tiştek digot; em Êzidî ne û îslam êrîşî me dike. Ev jî rastî û heqîqeta heyî îfade nake. Cardin êrîşên ji aliyê desthilatdaran ve li ser me de dianîn me weke ku netewek, miletek êrîşî me dikir famkirîbû, wiha dizanî. Em wî demî bi xetên stûr nêzî Êzdîyatî, rastiya Kurd, rastiya dijmin nêz dibûn. Ji ber wê jî me dijminên xwe, dostên xwe nasnedikir, ji hev dernedixist. Heger niha civaka Êzidî dostê xwe dijminê xwe, xwe nas kiriye ev yêk bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo, bi saya têkoşîna azadiyê ya ku li Şengalê hatiye meşandin pêşketiye.”

‘Destkeftiyên me bi saya Rêber Apo ye’

Kendal Çiya destnîşan kir ku li Şengalê civaka Êzidî îro xwedî destkeftiyên girîng bûne û got ku ev yek bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hatiye û wiha domand; “Xwedîderketina li Rêber Apo xwedîderketina li nirxên Êzdiyatiyê ye, xwedî derketina li civaka Êzidî ye, xwedîderketina li hebûna xwe ye. Ji bo wê dijmin jî vê yekê dizane. Qedera gelê me bi Rêber Apo re girêdayî ye. Heta Rêber Apo azad nebe, ne mumkûne gelê Kurd, bi taybet jî civaka Êzidî azad bibe. Cardin heger gelê me yê Êzidî bi têkoşînekî ji bo azadiyê ji bo demokrasiyê, ji bo xweseriya Şengalê dide meşandin heman demî ez bawerim Rêber Apo jî pir keyfxweş dike.”

Çiya mînaka sala 2018’an a Rêber Ocalan peyamek ji bo civaka Êzidî jî dabû û wiha anî ser ziman; “Civaka me dizane, sala 2018’an dema malbata Rêber Apo pêre hevdîtin çêkir, rûxmê ev demek pir dirêje hevdîtin nedihiştin çêbin, demek pir dirêje tecrîdekî mutlaq ya girankirî heya tecrîd di nav tecrîdê de li ser heye jî rûxmî van hemû şert û mercên zehmetin  jî cardin Rêber Apo peyamek xwe ya girîng ji bo civaka Êzidî dabû. Ji malbatê rewşa Şengalê, civaka Êzidî pirsdike û silavên xwe dişîne. Bi têkoşîna me keyfxweş dibe. Dibêje ku êdî civaka Êzidî xwe naskir, bûye xwedî rêxistin, xwedî destkeftî, lê divê tevahî Êzidî li dora vê kom bibe û destkeftiyên xwe biparêzin. Peyama Rêber Apo ji bo me pir girîng e. Em divê wek civaka Êzidî van rastiyan bibînin, li derdorê Rêber Apo, li derdorê rêxistinbûna xwe ya ku li Şengalê avabûye kombibin, ji bona xweseriya civaka Êzidî û Şengalê çi dikeve ser milê kê divê wê bike.”

Hincet PKK ye, hedef Êzidxan e’

Çiya bal kişand ser lîstikên hêzên derve û êrişên li ser Êzidiyan û diyar kir ku eger fikir û ramanên Rêber Ocalan berê naskirîbana ferman nedihatin serê civaka Êzidî û got: “Divê civaka me li her gotina wan bawer neke û neyê xapandin. Ev rastiyek e. 2007’an dema komkujî li Şengalê çêbû çi eleqa xwe bi rêxistinek Kurd re hebû? Em bihêlin PKK bi ti rêxistinek Kurd re civaka Êzidî eleqedar nebûbû, têde cîh nedigirt. Cardin sala 2014’an dema ku tevahî civak bû hedef cardin wî demî jî civaka êzidî û Şengal li derdora PKK kombûbû, fikir û felsefeya Rêber Apo di nav wan de zindî bûbû, rêxistin bûbû?  Bêgûman na. Heger ji xwe civakê xwe li ser fikir û ramanên Rêber Apo perwerde kirîba, xwe birêxistin kirîbana, rixê Rêber Apo, rihê PKK jiyan kirîbana fermanên rû dayî bi vî awayî encamên xirab dernediket û ev yêk jî rastiyek e.”

‘Civaka me divê li derdora têkoşînê kom bibe’

Çiya behsa hedef girtina pêşengên civaka Êzidî jî kir û wiha domand; “Bi hedef girtina Mam Zekî, Rêheval Zerdeşt, Heval Saîd û herî dawî jî hefgirtina Heval Dijwar, cardin îsal di meha Çilê de şehadeta heval Azad van rastiyan îfade dike. Li dijî êzidiyek ku teslîmiyetê, xiyanetê, gemariyê qebûl neke ev êrîş pêktên. Aliyek Kurd yê xayîn jî tim vê yekê destek dike, heya ne tinê destek dike, merhaleya destekê jî derbas kiriye. Sedî sed bi dijmin re tevdigere. Ji bo wê, ev alî, ev kesên xayîn divê di nava gelê me de bêne naskirin. Divê li hemberî wê têkoşînekî me hebe. Cardin li ser esasê tekoşîna azadiyê ku li Şengalê tê meşandin divê civaka me bê şik û guman, bê tirs li derdorê wê kom bibe, lê xwedî derbikeve da ku bikare ji nûve Şengalê ava bikin û civaka me cardin li ser koka xwe ya resen, li ser rastiya wê zindî bike. An ne, planek pir cidî heye li ser gelê me. Heger tekoşîna me li dijî vê planê ser nekeve, di dijî plana dagirkeriyê, qirkirinê yê trajediyên heya niha nehatine jiyan kirin îro pêve bêne jiyan kirin.”

Çiya nirxandinên xwe  wiha domand: “Divê gelê me vê rastiyê baş bibîne. Heger dijmin yek yek pêşengên me dike hedef, ji ber ku ew rastiya dijmin dizanin, li dijî wê têkoşînê didin e.  Ew dibin hedef. Em çawa dikarin wan vale derxin jî divê em bizanibin. Em kengê van pêşengên xwe bibîr bînin, em wan ti demî ji bîr nekin, em xet û doza wana heta serkeftinê bişopînin, heger em rix û taybetmendiyên wan em jiyan bikin, heger em bikarin karê wan nîvçe hiştî temam bikin, bibin serî, xewn û xeyalê wan ya Êzidxana xweser pêkbînin emê van plan û armancên wan vale derxin, bê encam bihêlin.”

‘Xwestin şerê Kurd-Ereb derxin’

Fermandarê YBŞ Kendal Çiya bal kişand ser hewildanên Kurd û Ereban wek civak li hemberî hev bikin dijmin û wiha axivî; “Di salên dawî de bi riya DAIŞ, El Nûsra, bi riya û rêbazên cûda gelek êrîşên xedar yên mirinê hatin ser gelê me. Dibe ku ev plana dagirkeriyê bi riya wan grupên çete şerekî Kurd û Ereb ya dîrokî derxistin bû. Lê belê rastiya ku li Rojava tê jiyan kirin, rastiya ku li Şengalê tê jiyan kirin bingehekî bihêze ji bo vale derxistina wan planên qirkirinê. Gelên Ereb jî van rastiyan dîtin, li derdorê tevgera azadiyê kom bûne û li gor armanca netewa demokratîk de xwe birêxistin dikin û dostaniyekî xort ya bi civaka Êzidî re, bi gelê Kurd re çêbûye. Divê wek mirov em li vê projeya Rêber Apo ya ji bo gelên herêmê, bi taybetî jî ji bona gelê Kurd xwedî derbikevin û hîn zêdetir em bigihînin sîstemekê û xort bikin. Komplo û plangeriya ku li ser gelê me di şexsê Serok Apo de pêkhat de divê ev rastî jî bê dîtin ku hin aliyên Kurd yên xayîn jî têde cîh digre. Ne wisa be, têkoşîna herî rewa ya ji bo azadî û demokrasiyê ji bo gelê me çawa berovajî tê raber kirin. Eger tevgera azadiyê ketîbe lîsteya terorê cardin rola wan aliyên xayîn, bi taybetî rolê desthilat û rêveberiya PDK’ê di vir de pir xorte. Ev rastiyana heya îro berdewam dike. Me berê van rastiyan nedizanî. Tevgera azadiyê gelek caran behsê kiriye, Rêber Apo qala van rastiyan dikir, lê em civaka Êzidî bi rastî jî me nedizanî, yan me fêm nedikir. Heya êrîşa 2014’an pêkhatin me fam nedikir sedema van êrîşan çiye. ”

‘Serdana Nêçîrvan re starta êrîşên dawî dan’

Kendal Çiya heman demî bal kişand ser peymana 9’ê Cotmehê ya di navbera Hewler û Bexdayê de û got; “Di sala 2020’an de peymana 9’ê Cotmehê ku di navbera Erdogan, Barzanî û Kazimî de li ser Şengalê çêbû û ji holê rakirina hemû destkeftiyên li Şengalê xiste hedefa xwe. Beşek ji vê plana qirkirina gelê me ye. Ev plana wan di nav van 2 salan de vale hate derxistin.”

Çiya qala êrîşên dawî yên 31’ê Çilê bi dehan caran bombardimanan li Şengal, Mexmûr û Dêrîka Rojava xistin jî kir û bal kişand ser hevkariya bi dijminên Kurdan û lîstîkên bi xiyaneta hundirîn ve tê hûnandin.

Kendal Çiya wiha pêde çû; “31’ê Çilê de tê zanîn ku salvegera qetilkirina Idrîs Barzanî bû. Di vê salvegerê de Nêçîrvan Barzanî li şûna ku di merasîma bavê xwe de amade be bi navê em dixwazin hikumet avabibe diçe Bexda yê û bi Kazimî û aliyên din re dirûne û planên qirkirinê, tasfiyekirina tevgera me li Şengalê li wir nîqaş dikin, hema rojek piştî wê êrîşên li ser Şengalê pêkhatin. Cardin tê dîtin ku bû şerm, bê ar, bêyî ku fedî bikin rojek piştre jî diçe Serokçete, serokê faşîst yê dagirker Erdogan re dirûne. Her çiqas li derveyî welat, li welat ji aliyê miletan ve weke tiştekî ecêb, tiştekî xirab hatibe nirxandin jî ev yek têrê nake. Divê li hember têkoşînek hîn xortir bê dayîn.”

Yek ji fermandarên YBŞ’ê Kendal Çiya herî dawî got: “Gava ku em li xwe xwedî derkevin, li xweseriya xwe xwedî derkevin, em di xweseriya demokratîk ya Şengalê de israr bikin, helbet emê bibin hedefa hêzên komploger. Bedel yê çêbe. Gotina dawî ya hemû hevalên me yên şehîd çibu? Digotin ku dibe mirin di vê reyê de hebe, lê emê ti caran gav paşde neavêjin. Emê mutleqa serbikevin. Ev gotinên wan hevalên şehît ji bo me wek YBŞ, wek civaka Êzidî fermane. Emê li ser wê fermanê hertim bimeşin û bihêz bibin.”

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button