Klîbek nû li ser berxwedanvanên Zendûrayê hat weşandin 

Ji bo bîranîna gerîlayên ku di Hezîrana 2021’ê de li Zendûrayê li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bi rojan li ber xwe dan, klîbek hate amadekirin.

Strana ku ji aliyê gerîlayên jin ve hate gotin li Gerîla TV hate weşandin.

Klîb diyarî wan gerîlayan hate kirin ku di 10, 11 û 12’ê Hezîrana 2021’ê de li dijî hêzên dagirker li ber xwe dan û şehîd bûn.

HPG’ê beriya niha di daxuyaniyê de têkildarî gerîlayên di vê berxwedanê de şehîd bûn wiha gotibû: “Ji fermandarên me yên Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê ya li herêma Metînayê Rêber Zana, ji fermandarên fedayî yên Berxwedana Zendûrayê hevalê me Hêjar Can û hevrêyên bi wan re Têkoşer, Bahoz, Botan û Nûman bi lehengî şer kirin û şehîd bûn. Bi saya ked, hewldan û fedayîtiya van hevrêyan, hevrêyên din ên leheng ên Berxwedana Zendûrayê bi serketî gihîştin hevrêyên xwe.”

ROJNEWS-NAVENDA NUÇEYAN

Show More
Back to top button