Goristana li Efrînê talan kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li gundê Qestel Cindo yê Şerayê, Goristana Şêx Hemîd a Êzidiyên me talan kir, darên li derdora goristanê birîn

Ev agahî ji aliyê çavkaniyên ji navçeya Şerayê ji anha re hatiye ragihandin.

Goristana Şêx Hemîd ji bo civaka me cihekî pîroz e ku di şahî û cejnan de serdana wê tê kirin. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker bi armanca lêgerîna kevnerên dîrokî çend caran goristan hilweşandine.

Ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk û çeteyên wê sûcên xwe li dijî mîraseya çandî ya civaka me pêk tîne. Piştî dagirkirina Kantona Efrînê gelek goristan rûxandine.

Beriya vê jî çeteyên dewleta Tirk mezintirîn mezargeha xelkê me ya li çiyayê Şêx Berekat a bajarê Derêt Ezê desteser kirin û piştî ku kevneşopên civaka me ji wir derxistin goristan kir navenda çavdêriyê.

ÇAVKANÎ: ANF

Show More
Back to top button