Îşêv Şevberat tê pîroz kirin

Îşêv li gelek navçeyên Şengalê Şêvberat tê pîroz kirin. Li gorî hesabê herî kevnar û xwezayî bi taybet civaka me, Êzidî parestîye, ji wan ji hoza Feqîra parastina vî hesabî hildane sar milê xwe

Îşêv şêva Şevberatê ye. Yê heya serê sibê kes neraze, herkes hişyar bimîne. Wextê Şevberatê rê û resmên me û taybet gelek Qewl, Beyt û Dua tên gotin ji alyê Oldar û Ruhaniyên me li perestgeha Lalişa Nûranî tê pêkanîn. Li Şengalê jî xelkê me bi dua, bi sebir li benda sibê dimînin bi hêviya ku xêrê, bereket bi xwere bîne. Em jî cardin Şevberatê li xelkê xwe ji dil û can pîroz dikin.

Bi xwezayê û guherîna werzê salê, heyîv û esman tê hesab kirin pîroz kirina şêvberatê.

Îsal jî Şêvberaat kete êvara 26 Adarê. Wek her sal îsal jî li gelek navçe û bajarokên Şengalê Şêvberat tê pîroz kirin, bi dilgermiyek mezin tê pêşwazî kirin.

Pîrozkirina herî girseyî ya şevberatê li Kersê pêktê.

Civaka me vê şêva Şêvberatê pîroz dibinin, ji ber ku em bawer dikin ku li vê evarê berata me Êzidîyan hatîye çêkirin. Lê belê di roja îro de li gorî hesaba mîladî,  ango hukmî berata li Laleşa Nuranî jî têne pêkanîn. Yêk ji rê û resmên vê cejna me ji êvarê heta ronahiya sibê didome. Divê her ferdê malbatê heya serê sibê hişyar bimîne, hemû kom dibin, govend digerînin, kêf û şahiyê dikin. Di vê şêva pîroz de bi taybet jî zadak tê çêkirin û serbirek tê serbirîn li cihê civaka me û malbatê çêla gira û oldarên me jî moman pê dixin.

Show More
Back to top button