‘Civaka Şengalê bê parastin nabe’
Çalakvanê siyasî yê Şengalê Şêx Nûrî got, ji ber xeterî û gefên li ser civaka Êzidî hene, pêwîst dike hêza parastina Şengalê hebe. Şêx Nûrî got ger hêzên parastinê nebe wê heman ferman dûbare were serê civaka Êzidî.
Çalakvanê Siyasî yê li Şengalê Şêx Nûrî, li ser gef, zext û êrîşkariya hikûmeta Kazimî ya li ser Şengalê axivî û anî ziman ku sedemên vê siyaseta dijî civaka Êzidî ne tinê bi Iraq’ê ve girêdaye. Şêx Nûrî got hêzên derve yên wek dewleta Tirk, PDK, Emerîka û gelek welatên din jî xwe têkilî Iraqê dikin.
Nûrî da zanîn ku bi peymana 9’ê Cotmehê dixwazin rewşa Şengalê vegerînin beriya fermana sala 2014’an rû dabû û wiha axivî; “Ew dixwazin pêşmerge û artêşa Iraqê cardin bixin Şengalê. Ew dixwazin rewşa Şengalê vegerînin beriya fermana sala 2014’an. Lê belê xelkê vir vê yekê naxwaze. Civaka Şengalê weke min jî famkir wek projeyek hate danîn. Deşta Nînova, Tilefer jî di nav de divê îdareyek xwe ya navendî hebe. Ev dibûn sê herêm û digotin bila xelkê wir xwe îdare bike. Xwe birêvebirina civaka Şengalê wê ketiba berjewendiyên civaka vir. Xwe îdare bike, dikarîbû xwe biparêze jî. Ji bo parastinê jî divê hêza wê hebe, nav asayîş be, şirta be, YBŞ-YJŞ be ne gininge, lê divê heza wê ya parastinê hebe. Esas cewherê mijarê ye. Ji milê xelkê vê herêmê ve birêkûpêk bê birêxistin kirin û mafê xwe yê parastinê, perwerdeyî, aborî, siyasî hebe giringe. Daku bikare xwe biparêze. Wî demî nedima weke berê jî yê civak bûba xwedî vîn, xwedî felsefe. Wî demî mirov dikarîbû berxwe bide, tişta fermanên din de hatîbû serê civakê, vê carê jiyan nedikir. Xwe birêvebirina civakê teqez vê carê nakeve bin berjewendiyên dewletên wek Tirkiyê, İran, heta nakeve bin berjewendiyên hikûmeta heyî ya İraqê jî. Rûxmê ku fermanek wiha hatî serê civaka Êzidî, zêdeyî 2 hezar kes winda bûn, hatin kuştin, wûnda kirin.”
‘Divê berdêlên hatîn dayîn neyê ji bîr kirin’
Çalakvanê siyasî Şêx Nûrî behsa êrîşên artêşa Iraqê ya li ser Şengalê çêbûyîn jî kir û wiha pêde çu; “Beriya demekê li Sinûnê şerek destpêkir, li aliyê milê Dugorê destpêkir, ev yek bandor li ser civakê kir. Beşek ji milet derket ji cihên xwe çûn aliyên çîyan yan derveyî Şengalê. Hebûna hêzekî parastinê ya Şengalê ku civakê biparêze li hemberî her cûre êrîşan di berjewendiyên civakê bi xwe de ye. Ne di berjewendiyê dewletan de ye. Em hêvî dikin ku êrîşê wek cara din li ser hêzên parastina Şengalê dûbare nebe. Pêwîstî bi hêzekî parastina civaka Şengalê heye. Wextê artêşa İraq bêje ez bo parastina we têm vir, nabe bi çek, top milet bitirsîne. Heman demî ev hêzên parastina Şengalê jî berdel dane, xwîn rijandine, canê xwe feda kirine. Nabe ew ji nedîtîve bên. Şer û nakokî derdikevin. Lê tirsa xelkê dema şer çêbibe bila ne di nav gûnd û bajar de derkeve. Nakokî û alozî divê bi rêya diyalog û nîqaşan bê derbas kirin.”
‘Hêza esasî ya civakê ciwanin, divê erka xwe pêkbînin’
Nûrî bi van gotinan dawî li nêrînên xwe anî; “Pirsgirêkên li Rojhilata Navîn heyîn, di bingeha xwe de nakokî û pirsgirêkên bîrdozî ne, fikrî ne, ji ber wê jî li ser civaka Êzidî her xeterî û gef hene. Bo parastina civaka me hêza parastinê her girînge, divê hebe. Îro li cîhanê gelek gel hene ku hejmara wan qasî ya Êzidiya ne, lê artêşa wan heye, saziyên wan heye, hikûmet û destûra wan heye. Ew dikarin xwe birêve bibin, em wek civaka Êzidî jî divê bikarin xwe birêve bibin. Hêza esasî ya civakê jî potansiyela ciwana ne. Ew divê di vî milî de erkê xwe pêk bînin.”
ROJNEWS-ŞINGAL