‘Çêkirina sînor bo tinekirina Êzidiyan e’

Şêniyên Şengalê çêkirina sînorê di navbera Şengal û Rojava û sîmkirina herêma civaka Ereb lê dijî wek amadekariya fermanekî nû dinirxînin û dixwazin dawî li van hewildanan bê anîn.

Ev demeke li Şengalê liv û tevgera artêşa Iraqê bo dîwarkirina sînor di navbera Şengal û Rojava de berdewam dike. Artêşa Iraqê li ser sînor dîwar çêdike û hewil dide di navbera Şengal û Rojava hemû rê û derfetên danustandinan qut bike.  Heman demî ev demek e artêşa Iraqê hewil dide di navbera herêma Ereban û Êzidiyan de jî sîm deyne. Li dijî van hewildanan civaka Ereb jî nerazî ye û dixwaze dawî li van hewildanan were.

Li dijî vê siyaseta hikumeta Iraqê li dijî Şengalê ku piştî lihevkirina Bexda-Hewler bi peymana 9’ê Cotmehê ku hemû destkeftiyên civaka Êzidî dike hedef, nerazîbûnên civaka Êzidî jî her diçe zêdetir dibe.

Civaka Êzidî û Erebên li Şengalê jiyan dikin naxwazin sînor bê rakirin û bal dikşînin ser xeteriya dorpêça li ser Şengalê.

‘Danîna sînor fermaneke’

Jina bi navê Nafiya Hecî hewildanên dîwarkirina sînor wek amadekariyên fermanekî nû li ser civaka Êzidî şîrove kir û wiha axivî; “Ev jî fermanek e. Di 3’yê Tebaxa 2014’an de li ser wê rê rizgar bûn ji fermanê. Rêyek bo me bi wate ye, pîroz e. Şagirtên Serok Apo ji wê rê xwe gihandin me û xilas kirin. vê carê hewil didin bi dîwara sînorê navbera me û Rojava bigrin da ku fermanek din bînin serê me û em nekaribin xwe rizgar bikin û sax bifilitin. Dixwazin Êzidiyatî ji holê rabikin. Tişta herî pîroz Rojava ji mere kir. Canê xwe, rihê xwe û zarokên xwe li ber me ve dan û me ji fermanê xilas kirin. Ev jî niha fermanek spî ye ku li ser civaka Êzidî dimeşînin. Niha jî eynî tiştî armanc dikin. Dixwazin me Êzidiyan ji holê rakin.”

Şêniyê Xanesorê Şêx Celal jî diyarkir avakirina dîwarê li ser sînorê di navbera Rojava û Şengalê de xeteriyek mezin bo pêşeroja Şengalê çêdike û wiha pêde çû; “Dema em van siyaseta wan dibînin demên beriya 2014’an tê bîra mirov. Wî demî jî hatin satir çêkirin gotin emê we biparêzin, bo wê em vana çêdikin. Lê derket ku ferman û xiyanet kirin û tinê deriyek revê ji mere hiştin. Dîsa ew kar û xebatan dimeşînin. Îro li Şengalê Sîstema Rêveberiya Xweser, asayîş, YBŞ-YJŞ hatiye avakirin. Îradeyek vî miletî çêbuye. Îro dixwazin cardin civaka Şengalê tengav bikin, dorpêç bikin.”

‘Bila derî vekin, em nexweşên xwe derman kin’

Jina bi navê Şemê Xanesor jî got armanca rakirina sînoran û sîmkirinê tinekirina civaka Êzidî ye û wiha axivî; “Em rê nadin wan ku Şengalê tine bikin. Pêdiviyên me bo çûyina gel doktoran çêdibe.  Gelek jî pêwîste biçin herêma Kurdistan û werin. Rêya herêma Kurdistan jî girtîbûn, piştre vekirin. Bila rêya Rojava jî ji mere vekin. Em nexweşên xwe bibin Rojava û derman bikin. Dixwazin me tine bikin lê emê tine nebin.”

Şemê bal kişand ser fermana sala 2014’an li dijî Şengalê pêkhatî û got yên ku wan ji fermanê rizgar kirîne şagirtên Ocalan bûne û wiha pêde çû; “Şagirtên Serok Apo li ser vî sinorî hatin hawara me. Me wek Şengaliyan pişta xwe bi peşmergeyan germ kirîbû, ew jî reviyan. Heger şagirtên Serok Apo jî hawara me ve nehatîba emê jî ketîbana destên DAIŞ de. Banga min bila milet rabe ser xwe û van sînoran bila vekin.”

Şêniyê bi navê Hecî Kulî jî di derheqê mijarê de axivî û got; “Êw rê me ji fermanê rizgar kirîbû. Em dema fermanê bi wê rê xilas bûn. Em niha diçin Musulê û seytere me nahêle û vedigerîne. Wiha zehmet bûye li me. Me divê tîfaq çêbe navbera me de. Em dixwazin ew derî neyê girtin û em bikarin biçin gel hevdû û bên.”

Rojnews-Şengal

Show More
Back to top button