Jinên Şengalê xwe ji bo 8’ê Adarê amade dikin

Jinên Şengalê jî xwe ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê amade dikin. Bi vê boneyê TAJÊ li navenda bajêr, li nahiya Sinunê û Digurê afîşên 8’ê Adarê daleqandin

Bi rasthatina 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê, li welat û seranserê cîhanê pîrozbahî wê werin lidarxistin. Jinên Kurd jî li her çar parçeyên Kurdistanê xwe ji bo pîrozkirina 8’ê Adarê amade dikin.

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) jî bi boneya 8’ê Adarê li navenda Şengalê afîşên 8’ê Adarê daleqandin.

Jinan bi cil û bergên xwe yên herêmî li ber konê berxwedana Asayişa Êzidxanê, heta dewara Şengalê kolan bi kolan afîşên 8’ê Adarê daleqandin.

Jinan di dema daleqandina afîşan de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ qêriyan.

Li Sînunê û Digurê jî afîş hatin daliqandin.

Di vê navberê de îro beriya nîvro afîşên 8’ê adarê li dû cihên din jî hatin daliqandin.

Afîş hem li dewreya nahiya Sinunê û li mifreqa beriya nahiya digorê jî ji aliyê jinên Şengalê ve hate daleqandin. Ev afîş jî di bin pêşengtiya TAJÊ de bi beşdarbûna hêjmarek jinan hate pêk anîn. Jinên Şengalê destpêkê afîş li Sinûnê piştre jî li Digorê daliqandin.

Afîş bi taybet li cihên stratejik hatin daliqandin da ku bal bikşîne li ser wateya rojê û ji aliyê herkesî ve bê dîtin.

Show More
Back to top button