Di êrişa li Şengalê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn

Li Şengalê di encama êrîşa balafirên bêçek a bimirov ên dewleta tirk a dagirker de 2 endamên YBŞ’ê şehîd ketin 2 jî birîndar bûn.

Îro li Şengalê saet derdora 15:30’an de li Geliyê Şilo balefirên bêmirov ên biçek ên dewleta Tirk a dagirker, êrîşî 2 wesayîtan kirin.

Li gor agahiyên ku hatine bidestxistin, di encama vê êrîşê de yek ji fermandarên YBŞ’ê, 2 endamên Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ên bi navê Azad Êzdîn û Enver Tolhildan şehîd ketine 2 endamên YBŞ’ê ji birîndar bûne. Azad Êzdîn yek ji Fermandarên YBŞ’ê ye.

Cenaze û birîndar rakirin Nexweşxaneya Sinûnê û gel li wir kom dibe.

Tê payîn derbarê nasnameya şehîd û birîndaran de Fermandariya Giştî ya YBŞ’ê daxuyaniyeke belav bike.

Şengal

Show More
Back to top button