Artêşa Iraqê ji bo girtina 2 rojnamevanên biyanî dest bi kampanyaya derewan kir 

Li Şengalê 2 rojnamevanên bi navê Marlene Forster û Matej Kavcic di 20’ê Nîsanê de ji aliyê artêşa Iraqê ve hatin girtin û ji bo lêpirsînê ew birin Bexdayê. Her 2 rojnamevan ji aliyê leşkerên Iraqê ve rastî gef, zext û heqaretan hatin û artêşê ji bo girtina wan dest bi kampanyaya derewan kir.

Li Şengalê 2 rojnamevanên biyanî yên bi navê Marlene Forster (Elmanya) û Matej Kavcic (Slovenia), di 20’ê Nîsanê de dema ji pîrozbahiya cejna Çarşema Serê Nîsanê vedigeriyan di ketina navenda Şengalê de ji aliyê leşkerên artêşa Iraqê ve hatibûn binçavkirin. Her 2 rojnamevan piştî ku 2 şevan li Şengalê hatin binçavkirin, di 22’yê Nîsanê de bi hinceta lêpirsînê birin Bexdayê û hê jî li wir dibin çavan de ne.

Artêşa Iraqê wêneyek van her 2 rojnamevanan bi rêya ajans û televîzyonên nêzî hikumeta Iraqê belav kir û hewl da van kesan wekî 2 sûcdaran nişan bide. Bi îddia û tohmetên bê bingeh hewl da nêrîneke şaş li ser her 2 rojnamevanan ava bike.

Ji bo lêkolînan hatibûn Şengalê

Di rastiyê de ev her 2 rojnamevan ev demeke ji bo lêkolînên rojnamevanî li Şengalê bûn û bi vê armancê bi gelek sazî, dezgeh û kesayetan re hevdîtin kirin. Armanca wan a esasî lêkolînkirina rewşa civaka Êzidî ya pîştî fermana 2014’an bû. Lê ruxmê ku ev rastî ji aliyê artêşê ve jî baş  tê zanîn, artêşê rewşa aloz a Şengalê kir hincet û bi tohmetên giran derbarê her 2 rojnamevanan de kampanyaya sûcdarkirinê da destpêkirin.

Li baregeha leşkerî lêpirsîna giran

Li gor agahiyên ku ji şahidên bûyerê hatin girtin, dema her 2 rojnamevan têne binçavkirin xwe ji artêşa Iraqê re wekî rojnamevan didin naskirin. Lê bêyî ku derbarê biryara binçavkirinê de werin agahdar kirin, ew dibin baregeha artêşa Iraqê ya nêzî navenda Şengalê. Li vê derê telefon û çenteyên wan ji wan têne girtin û heya sibehê bênavber rastî lêpirsînê tên.

Gef, zext û bi darê zorê lêgerîna laş

Di dema lêpirsînê de ji aliyê leşkerên Iraqê ve gef li wan tê xwarin, ser wan zext tê çêkirin û bi tiştên nerast têne tawanbarkirin. Li gor agahiyên ku ji kesên li wê dere amade hatine girtin, tevî ku her 2 rojnamevan jî îtîraz kirine, leşkeran lêgerîna laşê wan kirine. Di dema lêgerînê de jî leşkerên Iraqê gef li rojnamevanan xwarine û heqaret li wan kirine.

Artêş ji bo girtina wan kampanya dimeşîne

Ji bo zelalkirina rewşa her 2 rojnamevanan û serbestberdana wan, hin hevdîtin bi artêşa Iraqê re hatin kirin û her carê hate gotin ku ewê serbest bêne berdan. Lê her 2 rojnamevan jî ji 20’ê Nîsanê ve di destê artêşa Iraqê de ne û ji 22’yê Nîsanê ve jî li Bexdayê di bin çavan de ne.

Nayê zanîn ku sefaretên welatên her 2 rojnamevanan ji mijarê hatine agahdarkirin an na. Lê xuya ye ku artêşa Iraqê derbarê van 2 rojnamevanan de kampanyayeke taybet dimeşîne daku bingeha girtina wan amade bike.

 

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button