‘Rêber Apo hêviya azadiyê ya gelên cîhanê ye’

Endamên Meclîsên Gel ên Şengalê bertek nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û gotin: "Rêber Apo hêviya azadiyê ya gelên cîhanê ye."

Li Şengalê êrîşên dewleta Tirk a dagirker di demên dawîn de zêde bûne û hê jî berdewam in. Tevî hemû êrîşan jî Êzidî û gelê Şengalê dev ji Xweseriya Şengalê û daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan bernadin. Li hemberê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, endamên Meclîsa Gel a Duhola û Guhbelê jî banga xurtkirina çalakiyan li Êzidiyan kir.

Endamê Meclîsa Gel a Duhola Heyder Hesen tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wekî neheqiyeke mezin bi nav kir û got: “Ew ne tenê serokê Kurdistanê ye, serokê hemû gelên bindest e. Em dibêjin bes e ji vê zilm û zordariya li ser Rêber Apo.”

Hesen bi bîr xist ku di fermana 2014’an de şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwe gihandine hawara Êzidiyan û dîtina Êzidiyan a ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha şîrove kir: “Êzidiyan piştî fermanê xwe bi fikira Rêber Apo birêxistin kir, me hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Me meclîs û saziyên xwe ava kirin. Rêber Apo ji bo gelên bindest her tişt kir, niha lazim e hemû gelên bindest rabibin ser pêyan. Bi salan e tecrîdeke giran li ser Rêber Apo tê meşandin, dem hatiye ku azad bibe.”

Hesen, bertek nîşanî bêdengiya hêzên navneteweyî jî da û got: “Dewletên navneteweyî bi devkî dibêjin em dewletên mafên mirovan in, lê me ev nedîtiye. Eger rastî wisa bûya, di 2014’an de ew ferman bi ser me de nedihat. Mafê mirovan tenê li ser ziman heye. Eger mafê mirovan hebûya, niha Rêber Apo azad bû.”

Endamê Meclîsa Gel a Duhola Seydo Mirad Musa jî diyar kir ku tiştên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan ji bo Êzidiyan bi taybetî ji bo Şengalê kiriye, nayê pênasekirin û got: “Divê civaka Êzidî ji bo Rêber Apo timî di nava çalakiyan de be. Rêber Apo ji bo tevahiya Êzidiyan xebitiye û têkoşîn kiriye. Çi Êzidî, Mesîhî, Ereb û çi li kû derê gelê bindest hebe şagirtên Rêber Apo ber bi wir ve diçin. Hêviya me ew e ku Rêber Apo azad bibe, heya ew girtî be em Êzidî azad nabin.”

Ji Meclîsa Guhbel Swarî Xidir jî destnîşan kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan roj bi roj girantir dibe û sedema wê wiha şîrove kir: “Dewleta Tirk naxwaze Rêber Apo azad bibe. Eger fikrên Rêber Apo li Rojhilata Navîn belav bibin, wê Rojhilata Navîn aram bibe. Dîsan naxwazin gelên bindest ên wekî Êzidiyan azad bibin. Em dixwazin malbat û parezerên wî karibin pê re hevdîtinê bikin. Em dixwazin Rêber Apo azad bibe. Rêber Apo hêviya azadiyê ya gelên cîhanê ye.”

ROJNEWS-

Show More
Back to top button