Serokwezîrê Iraqê li ser mijara PKK’ê diçe Tirkiyeyê

Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li ser vexwendinek fermî ya serokkomarê Tirk Recep îro serdana Tirkiyeyê dike.

Li gorî medya Iraqê serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sudanî li ser vexwendinek fermî ya serokkomarê Tirk Recep Teyîp wê îro biçe Tirkyeyê.

Li gorî medya Iraqê wê Sudanî bi serokkomarê Tirk Teyîp re bicive. Tê gotin wê Sudanî û Teyîp pirsgirêka avê, ewlekariya sînoran ya di navbera her du welatan de guftugo bikin.

Lê li gorî agahiyan mijara sereke ya Sudanî û Erdogan wê dijberiya dijî Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê be.

Hêjayî gotinê ye dewleta Tirk a dagirker kerta avê dijî Iraqê weke çekek bikartîne. Bi taybet bi berdana para avê ya Iraqê re, dewleta Tirk dixwaze Iraq bi awayek berçav êdî dijî gerîlayên azadiyê û gelê Kurd alîkariya Tirkiyeyê bike.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button